All NewsTop

Wezareta Parastinê bi aştîparêzên Ermenî yên ku li Kosovayê wezîfedar in di wanra nava têkiliyê de ye

Berdevkê Wezareta Parastinê Aram Torosyan îro ji Factor.am re ragihand ku Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê bi hêzên aştîparêz ên Ermenîstanê yên li Kosovayê re di nava têkiliyê de ye. Li gorî wî, hêzên aştiyê yên Ermenî li ser pêkanîna erka xwe berdewam in. 

Torosyan wiha got: “Komîteya aştiyê ya Ermeniyan a li Kosovayê li gorî plansaziya ku hatiye plankirin wezîfeya xwe didomîne. 

Em bi bîr bînin ku di 31ê Tîrmehê de li herêma bakurê Kosovayê ku bi giranî sirb lê dijîn, ji ber guherîna qaîdeyên çûnûhatinê bo Kosovayê pevçûnên çekdarî dest pê kiribûn. Serokê Sirbîstanê Alêksandir Vûçîn ragihand ku artêşa Kosovayê nîvê şevê xwe amade dike ku êrîşî Sirbên li bakurê welêt bike. 

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button