All NewsTop

Serjimariya 10-rojî bi pirsnameyên elektronîkî li Ermenistanê. dê hemwelatî bersiva çi pirsan bidin? 

Di dîroka serxwebûna Ermenîstanê de serjimêriya sêyem dê bê kirin, anket dê cara ewil bi elektronîk bin, dê 10 rojan bidome, her wiha dê li ser perwerde, tenduristî, kar, şert û mercên jiyanê, encamên mirovan jî daneyên bên berhev kirin. dê di 1 salekê de amade bibe. “Armenpress” bi Vardan Gêvorgyan, serokê beşa operasyonê ya serjimartinê ya Komîteya Îstatîstîkî ya Ermenîstanê re li ser serjimêriya plankirî û cûdahiya ji yên berê re axivî. 

“Dê serjimarî di navbera 13-22’ê Çirîa pêşin 2022’an de bê kirin. Ji ber belavbûna vîrusa koronayê serjimêrî du caran hat paşxistin. Diviyabû di sala 2020’an de bihata lidarxistin, ji bo sala 2021’an hat taloqkirin û herî dawî biryar hat dayîn ku di sala 2022’an de were lidarxistin.” 

Îsal cara ewil wê ji bo serjimêrê rêbaza hevgirtî bê bikaranîn. Hejmarên hişk ên sereke dê ji qeyda îdarî bêne wergirtin: netew, hemwelatî, temen, zayend, her çend ev pirs jî dê paşê ji bersivdaran re bêne pirsîn. 

Li gorî Gêvorgyan pirs li gorî serjimariyên berê zêde nehatine guhertin, hinek pirs lê hatine zêdekirin. mînak di derbarê rewşa tenduristiyê û hwd. Bi giştî 39 pirsên bingehîn û 5 pirsên din ên li ser şert û mercên jiyanê yên malbatê dê bên cih.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button