All NewsTop

Nûnertiya mal û xizmetên ermeniyan li DYAyê wê berfireh bibe. festîvaleke karsaziya Ermenî-Amerîkî dê were lidarxistin 

Hebûna karsazên ermenî li DYE her ku diçe berfireh dibe. “Encûmena Piştgiriya Têkiliyên Karsaziya Navnetewî” bi hevkarên xwe re gelek festîval, pêşangeh, civînên B2B li dar dixe, ku derfetê dide ku hilber, karûbarên ermenî werin pêşkêş kirin û hevkarên nû peyda bikin. Di civîna çapemeniyê ya ku li salona çapemeniyê ya “Armenpress”ê hat lidarxistin de, seroka “Encûmena Piştgiriya Têkiliyên Karsaziya Navneteweyî” Marîam Manûkyan got ku encamên wê ne dûr in. Di meha Gulanê de, li Birbank, Calîfornîaê, festîvalek karsaziya Ermenî-Amerîkî hate lidarxistin û jixwe peymanên îmzekirî hene. 

“Di meha Gulanê de bernameyeke me ya 10 rojan hebû. Ji Ermenîstanê 38 şirket beşdarî festîval û civînên B2B bûn. Berhem û xizmetên ermenî pêşkêşî civata herêmî, şîrketên mezin û şîrketên tedarkerî kirin. Îro bi kurtî encaman em dikarin bibêjin ku 10 şîrketan peyman îmze kirine.” 

Şîrketên hilberîna şîrîn, şerab, teneke, tiştên hişkkirî peyman îmze kirin. Di çarçoveya girêbestên hatine îmzekirin de wê pariya yekem a kelûpelan di meha Îlonê de derkeve. Beriya niha platformeke elektronîkî ya “Ermenî Trade Show” hatibû çêkirin, ku dê ji meha Îlonê ve dest pê bike. Berhem û xizmetên Ermenîstanê dê li wir bên pêşkêşkirinê. 

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button