All NewsTop

Hevdîtinên navbera dezgehên Ermenî-Rûsî pêk hatine 

Di 1’ê Tebaxê de li Êrîvanê bi pêşengiya Alîkarên Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Parûîr Hovhannîsyan û Vahê Gêvorgyan û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Federasyona Rûsyayê Alêksandir Grûşko  li Êrîvanê şêwirên navbera dezgehên Ermenî-Rûsî hatin lidarxistinê. 

Gelek mijarên têkildarî xebatên pêkhateyên navneteweyî hatin nîqaşkirin. Aliyan tekezî li ser hevkarîkirina zêdetir li ser mijarên berjewendiya dualî kirin. Di çarçoveya hevkariya tifaqê de îradeya dûalî ya berdewamkirina pratîka pêkanîna şêwirên di navbera wezaretên karên derve de hat tomarkirin. 

Piştî şêwirmendiyê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Federasyona Rûsyayê Alêksandir Grûşko ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ve hat pêşwazîkirin. 

Wezîr Mîrzoyan kêfxweşiya xwe anî ziman ku di atmosfera dostaniya kevneşopî û baweriyê de şêwirên bi serkeftî hatin lidarxistin. Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê amaje bi çareseriya aştiyane ya kêşeya Qerebaxê kir û bal kişand ser girîngiya bikaranîna potansiyel û ezmûna saziya hevserokatiya Koma Mînskê li gorî erka xwe ya navneteweyî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button