
Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan 1’ê Tebaxê bi telefonê bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê yê ji bo Karûbarên Ewropa û Avrasyayê Kêrn Donfrîd re xever pêk anîbû.
Di peywendiya telefonî de der barê rewşa ewlekariya herêmê ya heyî de fikr û raman hatin parvekirin.
Mijarên girêdayî çareserkirina têkiliyên Ermenistan û Azerbaycanê, pirsgirêka Qerebaxê hatin gotûbêjkirinê.
Aliyan bal kişandin ser çareseriya pirsgirêkên mirovî yên di encama şerê 44 rojî de derketine û bal kişandine ser wê yekê ku pêwîst e girtiyên Ermenî û girtiyên din zû bên berdanê.