TopWorld

Vegerandina perestgeha Êzdiyan li bin çiyayê Şingalê

Di 3ê Tebaxa 2014an de terorîstên DAIŞê bi dehan perestgehên êzdiyan (Ziyarat) li Şingal, Başîk û Baxzanê teqandin.

Şêniyên bajarê Zeytûnê bi xercên xwe û bêyî piştgiriya hikûmet û rêxistinên sivîl piraniya perestgehan li Başîk û Bahzanê ji nû ve ava kirin.

Zêdetirî 30 perestgeh hatin nûavakirin. Perestgeh jî ji aliyê şêniyên Şingalê ve hatin avakirin, ku ji aliyê çeteyên terorîstên DAIŞê ve bi temamî hatibun rûxandin.

Niha kar ji bo vegerandina perestgeha Mahmerşan (goristana Reşehka) ku havîna sala 2014an hatibû teqandin, berdewam e û biryar e di heyama deh rojan de avakirina wê bi dawî bibe. Avakirin bi piştgiriya Fona Mîrateyên Cîhanê tê kirin.

Çêkirin û nûavakirina perestgehên êzdiyan li hember ramanên tundrew ên radîkalên îslamî dijwariyek û serkeftinek e.

yazidis.info dinvîse

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button