PoliticsTop

Lûtkeya nexşeya rê û rojeva aştiyê îmzekirina peymana aştiyê ya bi Azerbaycanê re ye: Armên Grîgoran

Lûtkeya nexşeya rê û rojeva aştiyê îmzekirina peymana aştiyê ya bi Azerbaycanê re ye. Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî Armen Grîgoryan di hevpeyvîna bi “Armenpress”ê de ev tişt got.

Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Ermenîstanê bi bîr xist ku Azerbaycanê di vî warî de 5 xal pêşkêş kirine û Komara Ermenîstanê jî diyar kiriye ku di van xalan de tiştekî ku nayê qebûlkirin tune ye.

Derbarê qebûlkirina yekparçetiya axa Azerbaycanê ji aliyê Ermenîstanê ve jî, Grigoryan got ku Ermenîstan yekparebûna axa Azerbaycanê nas dike, herî kêm ji ber wê yekê ku ev yek beşek ji qanunên me ye.

“Me gelek caran gotiye ku Ermenîstan û Azerbeycanê bi peymana avakirina CIS ku di sala 1991’an de hat îmzekirin û piştre hat erêkirin, yekparebûna axa hev û ne binpêkirina sînoran nas kirine. Û ev jî beşek ji qanûnên îro yên Ermenîstanê û Azerbaycanê ye. Divê di asta dualî de jî were gotin. Weke ku me got, di perspektîfeke wiha de ji bo me tiştekî ku nayê qebûlkirin nîne û Ermenîstan jî, erê, ti daxwazên axên Azerbaycanê nîne:” got Armên Grîgoran

Armên Grîgoran li ser dabînkirina garantiyên ewlehiyê ji bo ermeniyên Qerebaxê tekez kir, ku garantiyeke navdewletî ji bo dabînkirina ewlehiya ermeniyên Qerebaxê heye, ku ew jî hebûna hêzên aştîparêz ên Rûsyayê ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button