PoliticsTop

Ermenîstan pir eleqedar e bi vekirina peywendiyên herêmî ku di çarçoveya projeya “Xaçerêyên Ermeniyan” de ye: Armên Grîgoran

“Rojeva pêkanîna rojeva aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de tê zanîn. Xebatên diyarkirina sînor û bilindkirina astê ewlehiya sînor bi Azerbaycanê re ku beriya niha dest pê kiriye û civîna duyemîn a komîsyona xêzkirina sînor û ewlehiya sînor li Moskoyê li nîvê duyê meha Tebaxê bê derbaskirin:” Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî Armên Grîgoryan di hevpeyvîna bi “Armenpress”ê de ev tişt got.

Grîgoran îdiaya Azerbaycanê ya ku dibêje Ermenîstan çareseriya van pirsgirêkan dereng dixe, bêbingeh nirxand.

“Li ser pêşniyara aliyê Azerbaycanê rûniştina komîta mijarên îşaretkirin û ewlehiya sînor di nîvê duyemîn a meha Tebaxê de vê
bê derbaskirin. Aliyê ermenî ji bo civîna duyemîn a meha Hezîran û Tîrmehê de jî amade bû. Me gelek caran îradeya xwe ya vekirina peywendiyên herêmî diyar kiriye.

Di van demên dawî de, pakêta pêşniyarên ku me re di Kanûna 2021-an de bi rêyên dîplomatîk hatê şandin, ku îro jî derbasdar e, li ser înternetê derket. Me çendîn pêşnîyarên din jî kirine û me gelek eleqedar in bi vekirina peywendîyên herêmî, ku di çarçoveya projeya “Xaçerêyên Ermeniyan” de ye.

Helbet mijara rêya taybet a beşa rojhilat-rojava ya projeyê cihê nîqaşê ye. Me tu carî tekezî li ser îmkana tenê yek vebijarkê nekiriye, û pêdivî ye ku em riya herî bikêr bibînin, ji ber ku fonksiyonî û balkêşiya projeya “Xaçerêyên Ermeniyan” bi wê ve girêdayî ye:” got Armên Grîgoran.

Grîgoryan anî ziman ku di komxebata sê alî ya ragihandinê de ku bi serokatiya cîgirên serokwezîrên Rûsya, Ermenîstan û Azerbeycanê pêk tê, hin pêşketin çêdibin û em amade ne bi heman ruhî berdewam bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button