PoliticsTop

Divê em bi awayekî aktîf li ser vebijêrka cudakirina meseleya Qerebaxê ji têkiliyên Ermenîstan û Azerbeycanê nîqaş bikin: Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Ermenîstanê

Pirsgirêka Qerebaxê ji bo Ermenîstanê ne meseleyeke erdî ye. Di vî warî de ewlekarî û mafên Ermeniyên Qerebaxê ji bo me bingehîn in. Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî Armên Grîgoryan di hevpeyvîna bi “Armenpress”ê de ev tişt got.

Grîgoryan bi bîr xist ku Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan di axaftineke xwe ya li Meclisa Neteweyî de diyar kir ku fikra cudakirina meseleya Qerebaxê ji têkiliyên Ermenîstanê û Azerbeycanê heye. Li gorî wî, niha pêwîst e bi awayekî aktîf li ser wê pirsê gotûbêj were kirin û biryar were dayîn ku çawa pêşde herin.

Derbarê vê mijarê de, ku di demên dawî de navendên jeopolîtîk nirxandinan kirin ku îhtimaleke cidî heye ku têkiliyên Ermenistan û Azerbeycanê normal bibin û bi vî awayî li herêmê aştî û îstiqrara demdirêj pêk were. Gelo hikûmeta Ermenîstanê firsendeke wiha dibîne?
Armên Grîgoryan destnîşan kir ku dewleta Ermenîstanê rojeva aştiyê weke stratejî û polîtîkaya dewletê îlan kiriye, îsbata vê yekê ye ku em firsendeke wiha dibînin.

“Ew îhtimal hîn zêdetir têkildar dibe dema ku em bifikirin ku hukûmeta Ermenîstanê, piraniya siyasî, berpirsiyariya pêkanîna rojeva aştiyê digire ser xwe û fêm dike ku ew rêyek ne hêsan e. Bi baweriya min pabendbûna hukûmeta Ermenîstanê û piraniya siyasî bi rojeva aştiyê, ji bo nirxandinên ji platformên cihê yên navneteweyî faktorek girîng e:” got Grîgoryan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button