All NewsTop

STARMUS I. Ij k’êlma mervê hîvêye xilazîyê h’etanî fikrê e’rþçûyê ê e’wil e’rþê e’zmînada ger’yayî

Ermenîstanê 5-10-ê meha îlonê bive merk’eza ö’lm, têxnologîya, h’önermendîyê û sazbendîyêye h’emdinîyayê- goveka STARMUS-êda bi mêvanqebûlkirina ö’limdar, e’rþçû û sazbendê navdar. Ev kêra bi h’önermendîyê e’yankirina ö’lmva hinartî e’yda xweþivête, k’îjanê çendekî welatê me mecbûrke bi r’ît’ma ö’lm û t’ezevantîyê bilive.

Mihrîcana STARMUS-ê idî cara þeþa tê t’eþkîlkirinê- bi civandina e’rþçû, steyrknasê e’yan, xelatbirê Nobêlîyê, ö’limdarê nav-deng, ferezî, ê kö bi ö’lm û E’rþê e’zmîn pey e’ne’nadik’evin. Lê mihrîcanê berîn ê çawabûn, bi çi cödabûn û bûne ê layîqî bîranînê:?: cava van pirsa “Armênprês”-ê bi r’êzemiqalê mexsûs t’emsîlke- ya p’êþk’êþî mihrîcanê STARMUS-êye berîn kirî.

STARMUS-I . “E’rîþê e’zmînda 50 salê merivayê”

Mihrîcana STARMUS-êye e’wil 20-25-ê meha s ala 2011-aye h’ezîranê adê Îspanîyayêe Kanarîyêda hatîye t’eþkîlkirinê. H’emh’îmdarê mihrîcanê- Garîk Îsrayêlyanê steyrkfîzîkos û Brayan Mêyê k’ît’arçîyê k’oma “K’ûên”-e lêgêndar karibûn Tênêrîfêêda û La Palmayêda ö’limdar û e’rþçûyê isa bicivînin, ê kö t’emamîya dinîyayêda bûne ç’e’vkanîya r’öh’darkirina t’emamîya nislekê û h’izkirina nitsbetî E’rþê e’zmîn. Nav cêrga wandabûn- Nîl Armst’rong, Baz Oldrînê astronavtê “Apolon 11”, Alêk’sêy Lêonov û Vîktor Gorbatkoyê e’rþçûyê sovêtîyê, xelatbirê Nobêlîyê- Mayk’l Mêyor, K’îp’ T’orn û Corc Smût’ê steyrkfîzîkos, Cêk’ Þostakê bîolog û profêsorê gênêtîkayê, Wîlyam Andêrsê astronavtê “Apolon 8” û kesê din. Mihrîcana STARMUS-êye pêþin p’êþkêþî 50-salîya fir’îna e’rþçûyê pêþin- Yûrî Gagarîne t’arîxî kirîbû û navê wê “E’rþê e’zmînda 50 salê merivayê” bû.

K’êlma merivê pêþine xilazîyêye cime’tî, ê kö p’êyî ser hîvê kirîye

Garîk Îsrayêlyan pey xilazbûna STARMUS-êr’a pirsqisê xweda heycar gilîdike, k’a çawa temam bi dödilî nêzîkî delîlê dibûn, wekî Nîl Armst’rongê astronavtê «Apolon 11” wê t’ev mihrîcanêve- merivê pêþin, ê kö p’êyî ser Hîvê kirîye. Wê p’ara we’deda bi t’evbûna Armst’rong kêrê baþqe-baþqe û k’êlmê cime’tî bibûne ê ewqasî degme, wekî çaxê me e’lamkir, wekî ewê çawa zarbêjê h’îmlî t’ev mihrîcanêve, kesî em bawernekirin… Meriva digot, wekî em ferezî dînin. Lê paþê ew hat…”,- Îsrayêlyan gilîdike.

K’êlma Armst’rong p’êþk’êþî lecbezîya kosmîtkîyêye ij nîvê sedsalîya 20 destpêbûyî, e’mirþöxölvanî û pêþer’oja mêrive ser t’opa dinîyayê kirîbû. Armst’rngê 81 salî k’êlma xwe bi van gilîya xilazkir: “Min göman heye, wekî nevîyê me, çaxê bigiîjne çaxê me, wê paþda binihêr’in û wê bêjin: “Sedsalîya 20-î dewra pêþdaçûyîn û k’amilkirina têxnologîyêbê, lê sedsalîya 21-ê- pêþdaçûyîn û k’amilkirina xeysetê merivayêbû”. Û ew divek îznê bide me- binelîyê t’opa dinîyayê, pêþda bilivin û hazirîya meriva ij t’opa dinîyayê berfirekin- bi t’ev xwe birina r’ewiþta meye ne kö herexirva, lê herebaþ”.

Goveka STARMUS-1-êda ev k’êlma Armst’ronge cime’tî e’mirê wîda ya xilazîyêbû, e’rþçûyê navdar salekê pey mihrîcanêr’a- 25-ê meha sala 2012-aye t’ebaxê, mir.

E’rþçûyê sovêtîyê, ê kö ê e’wil derk’ete e’rþê e’zmînî vekirî

Alêk’sêy Lêonovê e’rþçûyê sovêtîyêyî lêgêndar, ê kö sala 1965-a bû merivê e’wil, ê kö derk’ete li e’rþê e’zmînî vekirî, cêrga zarbêjê mihrîcanêye merk’ezîyêdabû. Ewî k’êlma xwe p’êþk’êþî t’arîxa e’frandina berne’ma sovêtîyêye kosmîkîyê kir, lê isa jî hûrgilîyê r’esûltîya bi gemîya kosmîkîyêye “Vosxod 2”-ye kosmîkîyê mîaserkirîye t’arîxî t’emsîlkir. Bi xeverdana t’ev r’ojne’mevana derheqa ferztîya mihrîcanêda- Lêonov daye k’ivþê, wekî mihîîcan bi xeysetê xwe ya degmebû, çimkî hetanî vê yekê kesî kêra heman cûr’eyî t’ö wexta t’eþkîlnekirîye.

108 deqe e’ne’nekirin t’opraxa steyrkbîna Kanarîyêye mezinda

T’opraxa steyrkbîna Kanarîyêye mezinda, k’îjan sala 2007-a li serê t’endûreka ada Palmaêye Kanaryê temirî hatîye avakirinê, goveka mihrîcanêda bi t’evbûna zarbêjê ferz e’ne’nekirina panêlîyê qewimî. T’opraxa r’êflêktor-steyrkbîna optîkîyêye dinîaêda bi e’yna heremezinda e’ne’nekirinê xût 108 deqe k’iþand- xût ewqa, çiqa e’rþçûyê pêþin- Yûrî Gagarîn dora t’opa dinîyayê derbazkiribû. T’evbûyê e’ne’nekirinê derheqa destanînê e’rþçûyînêye salê xilazîyê, lazmaya xweykirina t’opa dinîyayê, ferztîya t’evayî xevata ij goþê pêþdaçûyîna ö’lm, hindava ö’limdarada saxtîkirina r’ê-dirbê safîkirina pirsgirêkê sirêpêþda xeverda.

Cöda gotî, paþdaveger’ndina li ser lazmaya e’frandina ösûla miqabilî astêroîdaye yekbûîye p’arastinê bû. “Eva pirsgirêkeke, k’îjan gere t’emamîya merivayê, t’emamîya qewatê serwext bicivîne, Her t’enê bînne ber ç’e’vê xwe, k’a wê çi biqewime, h’erke kevrê Tûngûsîyêyî e’zmîn bik’eve ser þeherekî- Moskvayê yan Londonê. Wan þeherada e’mrê bê hilanînê. Ew ij bomba atomîyê sawtire”,- wexta e’ne’n’kirinê Lêonov t’exmînkiribû- bi kirina bangînê wî t’erefîda dil bifikirin.

Bi jîyîna r’ûbarê dinîyayê- me berê xwe da e’zmîn

Baz Oldrînê astronavt, ê kö pey Armst’rognr’a merivê dödaye, ê kö p’êyî ser hîvê kirîye, wexta k’êlma xweye weke seh’etekê t’arîxa r’esûltîya “Apolon 11”, hûrgilîyê danîna ser hîvêye t’arîxî, lêbelê pêr’a jî qewmandina giran û cavûdar û h’esînê xwe û endamê þexst’eþkîlêye din t’emstîlkirin. Bi bîranîna dema pey dö seh’eta zêdetir derbazkirina ser hîvê û dûrk’etina ij wira- ewî anî bîr: “Wê demê ez westyayîbûm, lê pêr’a jî bêh’ed k’öbar serfinyaz mîaserkirina r’esûltîyêva girêdayî. Em þabûn- mirazê bi mîlîona meriva bivne sêrî”.

Ew îznê dide me em e’mir r’ûbarê dinîyayê xweþkin. Destanînê meye ö’lmî, têxnolgîyê divin, k’îjana em e’mrê herr’oda didine xevatê. Bi lêk’olînkirin, e’yankirina sînorê e’mirdar, em beranînê xwe berfiredikin û helana didine þevava diha fenvin- em xwexa xwe e’yandikin… em wê seyarê gere xweþkin, ser k’îjanê em dijîn, pêr’a jî em gere ç’e’vê xwe hilbir’in, dîna xwe bidine e’zmên û pêþda her’in- bi necêr’ibandina carekêva t’emamîya pirsgirêka safîkin lê bi avakirina pêþdaçûyîna berebere”.

K’êlm û demê STARMUS-1-êye herebaþ- k’itêvekêda cemkirî

Pey cêr’ibandina STARMUS-êye e’wile levhatîr’a t’eþkîldarê mihrîcanê qirarkirin p’arê kêrê adê Kanaryêda derbazbûyîda û k’êlmê wêda sewtbûîye hereferz û sereke k’itêva «STARMUS: 50 salîya merivayê e’rþê e’zmînda» t’omerîkin. K’itêvê sala 2014-a r’onkayî dît, ew p’êþk’êþî bîranîna sifetekî mihrîcanêyî merk’ezîyê- Nîl Armst’rong k’irîye. E’frandarê pêþxevera k’itêvê St’îvên Hok’îngê nezervan fîzîkosê e’yane, ê kö bû mêvanekî STARMUS-êyî dinî hörmetlî û zarbêjekî merk’ezîyê.

Bi xeverdana derheqa k’itêvêda- Hok’îng dabû k’ivþê: “Eva t’emesûka t’arîxîye, çimkî vira dersbêjîya Nîl Armst’ronge xilazîyê, lê isa jî k’êlmê r’esûltîya e’rþçûyê sovêtîyê û “Apolon” t’omerîbûyîne”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button