All NewsTop

Di pêwendiya telefonî ya ligel Blînkên de, Paşînyan li ser pêvajoyên ku di têkiliyên Ermenistan û Tirkiyê de diqewimin nirxandîe

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Êntonî Blînkên re bi telefonê axivîe.

Di axivtnêda da mijarên têkildarî rojeva dualî ya Ermenistan-Amerîka û ewlekarî û aramiya herêmê gotûbêj kirine.

Bi taybetî mijarên têkildarî muzakereyên aştiyê yên Ermenistan-Azerbaycanê, çareserkirina pirsgirêka Qerebaxê, vekirina peywendiyên herêmî, vegerandina dîlan, ronîkirina aqûbeta windayan bûn mijara gotinê.

Wezîrê Derve yê Amerîka Blînkên amadebûna Amerîka wek hevserokê Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî li Ewropayê ji bo çareserkirina hemû mijarên navborî nîşan da.

Serokwezîr Paşînyan pabendbûna xwe ya bi rojeva aştiyê dubare kir û destnîşan kir ku raya giştî ya Ermenîstanê piştgiriyê dide vê kûrsê.

Di hevdîtinê de li ser pêvajoyên di têkiliyên Ermenistan-Tirkiyeyê de jî hevdîtin hatin kirin. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê pêşwaziya peywendiya telefonî ya serokwezîrê Ermenistanê û serokomarê Tirkiyê ya roja 11ê Tîrmehê kir û amadeyiya Amerîkayê bo piştevaniya asayîkirina peywendiyên di navbera her du welatan de nîşan da.

Serokwezîrê Ermenîstanê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe ji bo peywendiyên di asta bilind ên navbera Ermenîstan û Amerîkayê de nîşan dan û li ser berdewamiya diyalogê li hev kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button