PoliticsTop

Serokê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wê were Ermenîstanê

Serokê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Abdullah Şahîd wê were Ermenîstanê.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di derbarê serdana Serokê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, ku li ser malpera e-gov.am ya hikûmeta Ermenîstanê hat weşandin de biryarek îmze kir.

Weke ku di biryara Serokwezîrtiyê de hat diyarkirin heyeta bi serokatiya Serokê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wê di 26-29ê Tîrmehê de li Ermenîstanê be.

Têkildarî serdana şanda bi serokatiya Abdullah Şahid, serokwezîrê Ermenistanê talîmat da çend dezgehan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button