CultureTop

Peykerê Şarl Aznavour wê li Fransayê bê danîn: Ermenîstan û Fransa xwe ji bo 100 saliya şansonierê navdar a cîhanê amade dikin

Alîkarê Wezîrê Perwerde, Zanist, Çand û Werzişê yê Ermenîstanê Artur Martîrosyan nûnerên Weqfa “Aznavûr” bi serokatiya rêvebera weqfê Khrîstîna Aznavour (Sarkîsyan) qebûl kir.

Wezaretê ji Armenpressê re ragihand ku mebesta civînê gotûbêjkirina bernameya çalakiyên ji bo 100 saliya Şarl Aznavour (2024) û awayên hevkariyê bû.

Li gorî Khrîstîna Aznavour, aliyê Fransî di qonaxa amadekariyê de ye. Peykerê Şarl Aznavour wê heta sala 2024an li Fransayê bê danîn, tê plankirin ku konserek mezin were derbaskirin û pêşangehek ji bo jiyana Aznavûr were vekirin.

Mijara danîna peykerê Aznavûr li Ermenîstanê bi Şaredariya Êrîvanê re tê nîqaşkirin. Rêvebirê Weqfa “Aznavur” pêşniyar kir ku hemû çalakî bi Fransa re paralel bên derbaskirin, di nav de jî danîna peyker.

Artur Martîrosyan, alîkarê wezîr, bixêrhatina mêvanan kir û bi kêfxweşî diyar kir ku ji bo pêkanîna bernameya çalakiyan wê aliyê ermenî bi kêfxweşî bi weqfê re hevkariyê bike û jûbîleya şansonierê navdar ê cîhanê li Ermenîstanê jî bi rengekî zindî ,çaw li Fransayê, bê pîrozkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button