PoliticsTop

Fransa bi taybetî girîngiyê dide parastina garantiyên ewlehiyê ji bo gelê Artsaxê: Balyozê Fransa li Ermenîstanê

Di derbarê pirsgirêka Qerebaxê de, Fransa hem di warê dualî û hem jî di asta hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE de rola navbeynkariyê dilîze. Fransa endamekî YEyê ye, qîan jî hewl dide, ku îmkana diyalogê di navbera Ermenîstanêû Azerbeycanê de hêsan bike. Balyoza a Fransayê Ann Luyo di axaftina xwe ya li gel “Radiolur”ê de ev tişt got.

Balyoz da zanîn ku ew pêşwazî li civîna wezîrên karên derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê dike ku di 16ê Tîrmehê de li Gurcistanê pêk hat û di wê baweriyê de ne, ku ev danûstandinên rasterast ên di navbera her du welatan de dikarin ji bo pêkanîna aştiyê bibin alîkar.

“Me û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî ji berê ve pabendbûna xwe ya bi formata navbeynkariya Koma Mînskê ya OSCE piştrast kiriye. Lê mixabin, Rûsya êdî naxwaze bi vê formê bixebite. Wezîrê Derve yê Rûsyayê beriya niha jî li ser vê yekê daxuyanî dabu. Em ji ber vê rastiyê poşman in, lê em amade ne ku diyalogê di forma Koma Mînskê de ji nû ve bidin destpêkirin.

Em bi biryar in ku hem ji aliyê dualî û hem jî wek endamekî Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê, ji ber ku YE jî di vî warî de hewl dide. Di her rewşê de, diyaloga di navbera Fransa û hevserokên Amerîkî de berdewam e ji bo peydakirina rêyên nû yên ku dê alîkariya pêşveçûna pêvajoya aştiyê bikin. Em bi taybetî girîngiyê didin parastina garantiyên ewlehiyê yên gelê Artsaxê:” Ann Luyo bi dawî kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button