PoliticsTop

Ermenîstan dixwaze dronan ji Hindistanê bikire: DNA

Çapemeniya Hindistanê der barê muzakereyên heyî yên li ser hevkariya leşkerî-teknîkî ya Ermenî-Hindistanê de agahiyên balkêş weşandin. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, rojnameya DNA ya Hindistanê nivîsî ku Ermenîstan li ser kirîna dron û çekên din ji Hindistanê danûstandinan dike. Li gorî medyaya Hindistanê, di meha Hezîranê de şandeke Wezareta Parastinê çûbû Hindistanê û bi vê mebestê bi hevkarên Hindistanê re hevdîtin kiribûn.

Rojnameya Hindistanê di gotara bi sernavê “Piştî şerê bi Azerbaycanê re Ermenîstan ji bo alavên leşkerî berê xwe dide Hindistanê” de, agahiya rayedarekî Hindistanê, nave qê ne daye, dide û diyar kir ku şanda ermenî bi lîsteya kirîna çekan li Hindistanê ye u dronên Hindistanê jî lîsteyê de bûn.

“Her çend ku hindik di derbarê naveroka lîsteyê de tê zanîn, hate piştrast kirin ku dron bi giranî di lîsteyê de cih digirin. Lê dron ne tenê tiştê di lîsteyê de bûn, rayedar piştrast kir, bêyî ku bikeve hûrguliyan. Ev ne cara yekem e ku Ermenistan eleqe nîşanî alavên leşkerî yên Hindistanê dide. 2020 Ermenîstanê ji bo kirîna radarên SWATHI yên Hindistanê bi Hindistanê re peymanek 40 mîlyon dolarî îmze kir.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button