
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê Rêcêp Tayîp Erdogan re li Tehranê, di nav mijarên din de behsa çareseriya pirsgirêka Qerebaxê jî kir. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, malpera fermî ya Krêmlîê li ser vê yekê agahdar dike.
Pûtîn gotîe- “Helbet di ber çavê me de mijareke din a girîng jî heye, ew jî çareseriya pirsgirêka Qerebaxê ye. Herî dawî min di çarçoveya Foruma Xezerê de bi Serokomarê Azerbaycanê re hevdîtin kir.
Her wiha di hevdîtinê de pirsgirêka Sûriyê û pêkanîna projeyên mezin ên dualî jî hatin gotûbêjkirin.