All NewsTop

Em ê bi hemû bijardeyan piştgiriyê bidin paşeroja aştiyane ya Başûrê Kafkasyayê. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Nêd Praîs di civîneke çapemeniyê de ragihand, Amerîka pêşwazî li hevdîtina wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbaycanê ku li Tiflîsê hat kirin, dike.

Di bersiva pirsa derbarê rola Amerîka di vê pêvajoyê de, Praîs gotîe: “Rola me ya aktîf heye. Me bi berdewamî got ku em amade ne ku hem di warê dualî û hem jî bi hevkarên hemfikir re tevbigerin, di nav de wek hevserokên Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî li Ewropayê, da ku alîkariya welatan bikin ku aştiyek mayînde û berfireh peyda bikin.”

Praîs diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê DYA Blinken di hefteyên dawî de bi hempîşeyên xwe yên Ermenîstan û Azerbeycanê re têkilî danî. Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Kêrn Donfrîed bi telefonê re hevdîtinek pêk anîbû.

Praîs gotîe, “Em berdewam di wê baweriyê de ne ku diyalog rêya herî baş e ji bo bidestxistina paşerojeke aştiyane, demokratîk û geş ji bo Başûrê Kafkasya û em ê bi her awayî piştgiriya wê bikin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button