All NewsTop

Serokwezîrê Ermenistanê pêşwaziya Rêveberê Îstixbarata Derve ya Federasyona Rûsyayê kirîe

Serokwezîr Nîkol Paşînyan Midûrê Îstîxbarata Derve ya Federasyona Rûsyayê Sêrgêî Narîşkîn qebûl kirîe.

Weke ku ji Armenpressê re ji aliyê hikûmeta Ermenistanê ve hat ragihandin, serokwezîr diyar kir ku serdana birêz Narîşkîn derfeteke din a baş e ji bo gotûbêjkirina mijarên rojeva peywendiyên hevalbendiya Ermenî û Rûsyayê. Nîkol Paşînyan bal kişande ser wê yekê ku îsal 30 sal bi ser damezrandina peywendiyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de derbas dibe û pê bawer e ku hewlên hevbeş dê hevkariyê bi bandortir û bihêztir bibe.

Sêrgêî Narîşkîn spasiya pêşwaziya germ kir û bal kişand ser rastiya diyaloga siyasî ya di asta bilind de di navbera Ermenistan û Rûsyayê de, ku dibe sedema geşepêdan û bihêzkirina hevkariyê di warên cuda de.

Di hevdîtinê de mijarên girêdayî ewlekariya navneteweyî û herêmî gotûbêj kirin. Di civînê de behsa pêvajoyên li herêma Kafkasya Başûr hat kirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button