All NewsTop

Rûsya dikare xwedan hêz û çavkaniyên têra xwe be ku di demên dijwar de hevalbendan biparêze. Narîşkîn

Rûsya xwedî hêz û çavkaniyên têra xwe ye ku di demên dijwar de hevalbend û dostan biparêze. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, “Sputnik Ermenistan” dide zanîn ku serokê îstîxbarata derve ya Rûsyayê Sêrgêî Narîşkîn di axaftina xwe ya li gel medyayê li Êrîvanê de ev tişt gotîe.

Wî bawerî anî ziman ku proseyên pêkvejiyanê li ser xaka welatên Hevbeş, garantiyeke bihêz a aramiyê ye. Narîşkîn bi bîr xist ku li vê herêmê jixwe pêkhateyên entegrasyonê hene: Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê, Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf.

“Ew avahî li gorî berjewendiyên hemû dewletên ku beşek in hatine çêkirin. Amûrên parastina entegrasyonê garantiyek baş e ku aramî û ewlehiyê biparêzin. Ji bilî vê, Federasyona Rûsyayê xwedî hêz û çavkaniyên têra xwe ye ku di demên dijwar de hevalbend û hevalan biparêze, ” Narîşkîn gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button