All NewsTop

Festîvala “Starmûs” a ku li Êrîvanê tê lidarxistin, wê mazûvaniya stêrkên navdar ên cîhanê bike

Di navbera 5 û 10ê Îlonê de şeşemîn festîvala “Starmûs” li Êrîvanê tê lidarxistin. Di salên berê de, stêrkên mîna Stîvên Hokîng, Nîl Armstrong, Braîên Mêî, Rîçard Dokîs, Jîl Tartêr û yên din beşdarî Stramusê bûne.

Kî dê îsal were Ermenistanê û îsal dê çi çalakî bên lidarxistin? Li ser mijarê Factor TV bi stêrfîzîknas, damezrînerê Festîvala Starmus Garîk Îsraêlyan re axivîe. 

Îsraîlyan da zanîn ku mêvanê herî girîng ê ku dê li Ermenîstanê be yekem astronotê ermenî, astronotê NASA’yê Jîm Baghyan e. Li gor wî, gelek xelatgirên Nobelê jî dê bên Ermenîstanê, yek ji navdartirîn fîzîknasên serdema me Kip Tornî, astronot Krîs Hadfîldîn, ku yekem car ji fezayê gîtarê lêxist. Dê gelek endezyar û muzîkjen werin, navên nû jî werin eşkere kirinê.

Tenê kesên ku nirxên gerdûnî yên ku dê bi sed û hezaran salan bimînin diafirînin ji bo festîvalê têne vexwendin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button