PoliticsTop

Pêşdebirina têkiliyên bi Gurcistanê re ji bo Ermenistanê xwedî girîngiyeke stratejîk e: Mîrzoyan

Di çarçoveya seredana xwe ya xebatê ya Tblîsê de, roja 16ê Tîrmehê, Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan bi Serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Xarîbaşvîlî re hevdîtinek pêk anî.

Ararat Mîrzoyan û Îraklî Xarîbaşvîlî kêfxweşiya xwe ji ber bilindbûna peywendiyên Ermenîstanê û Gurcistanê li ser bingeha dostaniya sedsalî ya di navbera her du gelan de anîn ziman. Alyên di wê baweriyê de ne ku zêdetir aktîvkirina diyaloga siyasî û serdanên fermî yên hevbeş wê bibe sedema bihêzkirina hevkariyên çend beşî di navbera her du welatan de.

Ararat Mîrzoyan da zanîn ku ji bo Ermenîstanê pêşdebirina têkiliyên bi Gurcistanê re xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Li ser girîngiya avêtina gavên guncav ji bo xurtkirina hevkariya aborî hat balkişandin û xebatên komîsyona nav-hikûmetê ya Ermenîstan-Gurcistanê hat balkişandin. Mijarên girêdayî asankirina proseya veguhestina kargoyên transît di nav axa Gurcistanê û berfirehkirina derfetên derbasbûnê de hatin gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de çendîn mijarên ewlekarî û aramiya navçeyê gotûbêj kirin.

Ararat Mîrzoyan spasiya aliyê Gurcistanê kir ku mazûvaniya civîna wezîrên karên derve yên Ermenistan û Azerbaycanê kir.

Li ser birêkûpêkkirina têkiliyên Ermenistan û Azerbaycanê fikir û raman hatin guheztin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button