SportTop

Kongreya Awarte ya Federasyona Boksê ya Navneteweyî (IBA) wê li Ermenîstanê bê derbaskirin

Kongreya Awarte ya Federasyona Boksê ya Navneteweyî (IBA) wê li Ermenîstanê pêk were. Di rûniştina asayî ya ku li Cezayîrê hat derbaskirin, mijara hilbijartina cihê derbaskirina kongreya berfireh a pêşerojê ket dengdanê.

Welatên ku danîbun sêr hilbijartinê Ermenîstan, Tirkiye û Hollanda bûn. Federasyona Boksê ya Ermenîstanê bi ser ket. Ji 17 hilbijêran 15 welatê me hilbijartin.

Hilbijartinek weha ji hêla IBA û kesên ku beşdarî dengdanê bûn bi wê yekê hate rave kirin ku navûdengê Federasyona Boksê ya Ermenistanê di nav malbata boksê ya cîhanî de bi tundî bilind bûye, û şampiyoniya Ewropayê ya ku vê dawiyê di asta herî bilind de hate derbaskirin delîlek eşkere ji vê bû.

Bi vî awayî, di dîrokê de car a pêşê Ermenîstan wê mêvandariya kongreya cîhanî ya werzîşên olîmpiyatê bike.

Di navbera 24ê îlonê û 1ê cotmehê de hemû elîta boksê ya cîhanê dê bigihêje Êrîvanê.Tê payîn, ku zêdetirî 400 nûnerên ji nêzî 200 welatan beşdar bibin. Mijara sereke ya ku di kongreyê de were nîqaş kirin wê ew be, ku hilbijartinên nû ji bo serokê IBA bêne kirin yan na.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button