
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthonî Blînken li ser rûpela xwe ya Twitterê behsa civîna Wezîrên Derve yên Ermenistan û Azerbaycanê kir.
“Wezîrê Karê Derve yê Azerbaycanê Jeyhun Bayramov û Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan îro li Tbîlîsê civiyan û gavek erênî avêtin. Diyaloga rasterast riya herî pêbawer e ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Azerbaycanê û Ermenîstanê de,” wî nivîsî.
Di 16ê Tîrmehê de li Tbîlîsê bi mêvandariya Wezîrê Derve yê Gurcistanê Îlya Darçîaşvîlî , Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan û Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Jeyihun Bayramov civiyan.