TopWorld

Ava paqij yek ji wan faktoran e ku alîkariya êzdiyan dike ku li kompleksa Zorava vegeriyane

Ji bo hemû cîhanê ava paqij beşeke girîng a binesaziyê ye, u ew faktora herî girîng û pêwîst e ji bo êzîdiyên Iraqê, ew êzdiyên ku ji kampên koçberan vedigerin malên xwe. Li kompleksa Zorava, piştî vegera Êzdîan bi kêmbûna ava paqij re rû bi rû man.

Sevî, keçeke Êzidî ye ku malbata wê piştî ku di sala 2014an de ji mala xwa derket, rastî gelek zehmetiyan hat, lê vegera wê ne hêsan bû. Bêyî piştgiriyek rast ji bo gihîştina karûbarên bingehîn, jiyan pir dijwartir dibe, nemaze di kompleksê de têra ava vexwarinê ya paqij tune.

Projeya Înîsiyatîfa Nadia ya ji bo vegerandina binesaziya avê li gundan, du bîrên nû, odeyên pompeyî û toreke nû ya dabînkirina avê hatin çêkirin. Her wiha ji bo girêdana gund bi tora elektrîkê ve trafoyên nû yên elektrîkê hatin danîn.

“Bi vegerandina binesaziya avê ya wêrankirî, Înîsiyatîfa Nadia hêviyek nû da me, em spasdar in ji bo bersivdana bilez a rêxistinê ji hewcedariyên me re, ku hişt ku em ji nû ve dest bi jiyana xwe ya rojane bikin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button