PoliticsTopWorld

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, ku Kremlîn naxwaze şer bi dawî bike

Rûsya dixwaze şerê li dijî Ukraynayê heta “cîanîna armancên xwe” bidomîne. Li gorî nûçeya Glavredê, nûnera Wezareta Karên Derve ya Federasyona Rûsyayê Marîya Zaxarova, roja Pêşemê 14ê Tîrmehê di civînekê de ragihand. Li gorî Zaxarova, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevalbendên din ên Kîevê wê nikaribin şiyana şerkirinê yen Kîevê zêdekin.

“Her çiqas Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevalbendên wê hewl bidin ku şiyana şerkirinê ya rejîma Kîevê baştir bikin, wek ku serkirdayetiya Rûsyayê çendîn caran ragihandiye, “operasyona leşkerî ya taybet” ku ji aliyê Rûsyayê ve tê kirin wê berdewam be û hemû armanc û pirsegirêkên ku ji hêla serkirdayetiya welêt ve hatine destnîşan kirin, wê pêk werin” : gotye Zaxarova.

Nûnerê Wezareta Derve ya Rûsyayê eşkere nekir ku em behsa kîjan armancên taybet dikin. Rejîma Moskowê di tevahiya pêvajoya şerê Ukraynayê de jixwe zêdetirî carekê wan bi awayekî radîkal guhertiye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button