
Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî Guherîna 121 a Qanûna Destûrnameyên Ewlekariya Neteweyî ya sala 2023-an pejirand, ku daxwaza raporekê li ser tawanên şerê Azerbaycanê ve, dike. Li gorî Armenpressê ev ji hêla Komîteya Amerîkî ya Hay Dat ve hatî ragihandin.
Pêvek ji hêla Kongresmen Tonî Kardênas û Brêd Şerman ve hatî nivîsandin.
Guherîna 121 bi taybetî daxwaz dike ku Wezareta Derve û Wezareta Parastinê raporek pêşkêş bikin û tê de diyar bikin ka balafirên bêmirov ên Tirk ên ku di sala 2020 de li dijî Ermenîstan û Artsaxê ji hêla Azerbaycanê ve hatine bikar anîn kelûmelên Amerîkî bikar anîne yan na.
Her wiha divê rapor derbarê bikaranîna fosfora spî, bombeyên klastêrî û çekên din ên qedexekirî yên Azerbaycanê li dijî Artsaxê, tevlîbûna çeteyên terorîstên biyanî yên di şer de ji aliyê Tirkiye û Azerbeycanê ve bên pêşkêşkirin.
Guhertinên din ên alîgirê Ermenîstanê yên ku ji bo Qanûna Destûrdana Ewlekariya Neteweyî hatine şandin dê di 14ê Tîrmehê de werin nîqaş kirin.