CultureTop

15 mamosteyên ji Amerîkayê li Ermenistanê perwerdeyê dibînin: ewê li welatê xwe dersa dîroka Qirkirina Ermeniyan bidin

Rêxistina Amerîkî “Genocide Education Project” bi hevkariya Muzeya-Enstîtuya Qirkirina Ermeniyan di navbera 9-17ê Tîrmeha 2022an de ji bo mamosteyên ji Amerîkayê bernameyek perwerdeyê derbaskir.

Rêvebera “Genocide Education Project”, ermenî-amerîkî Roxan Makascîan di axaftina xwe ya bi “Armenpress”ê re got, ku ev rêxistin beriya 20 salan ji aliyê wê û du hevalên xwe ve hatiye avakirin. Ew însiyatîfeke serbixwe ye ku armanc dike ku mamosteyên herêmî yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser Qirkirina Ermeniyan bide nasîn û hînkirin, da ku ew karibin dest bi hînkirinê bikin û agahiyên rast û girîng ên derbarê Qirkirina Ermeniyan de bidin xwendekarên xwe.

“Kursa ku li salona konferansê ya Enstîtuya Muzeya Qirkirina Ermeniyan di forma ders-perwerdeya pratîkî de tê derbaskirin, wê perspektîfên dîrokî, hiqûqî, sosyo-psîkolojîk ên Qirkirina Ermeniyan bên pêşkêşkirin”: got Roxan Makascîan

Wî bal kişand ser wê yekê ku derseke cuda ji bo pirsa Artsaxê hat derbaskirin.

Îsal wê ji 15 eyaletên cuda yên Amerîkayê 15 mamoste beşdarî bernameyê bibin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button