
Serokwezîr Nîkol Paşînyan Serokê Giştî yê korporatîona Rosatom ê Alêxêî Lîxaçev qebûl kirîe.
Serokwezîr diyar kir ku hevkariya Ermenistan-Rûsya di warê enerjiyê de xwediyê bernameyeke dewlemend e û “Rosatom” hevkarê sereke yê hikûmeta Ermenistanê ye di warê enerjiya atomê de.
Serokwezîr rola şirketê di dirêjkirina heyama xebata yekîneya duyemîn a santrala nukleerî ya Ermenistanê de bilind nirxand û da zanîn ku ew hevkarî dê di demek nêzîk de bi bandor be.
Alêxêî Lîxaçev spasiya hevkariyê kir û diyar kir ku “Rosatom” Corporation dixwaze di salên pêş de bi hikûmeta Ermenistanê re hevkariyek bi bandor bike.
Di hevdîtinê de, li ser xebatên zêdetir ên yekîneya duyemîn a santrala Atomî ya Ermenîstanê gotûbêj hatîe kirinê û pirsên girêdayî îmkanên avakirina santralek atomîê li Ermenîstanê, pêşxistina enerjiya atomê, û herwiha hevkariya di warê enerjiya nûjen da.