All NewsTop

Em hêvî dikin ku di demeke nêz de hevdîtinên li ser peymana aştiyê çêbibin. Armên Grîgoryan

Sekreterê Encumena Ewlekariya Ermenistanê Armen Grigoryan di televizyona giştî de li ser pirsa gelo ev pêvajo têk naçe û ne qonaxek mirî ye.  Em tixmîn kin ku hevdîtina dawîn a plankirî ya bi Armên Grîgoryan û Hîkmêt Hacîêv, alîkarê serokkomarê Azerbaycanê re hat betalkirin. Armên Grîgoryan wiha got: “Ermenistan xebatên xwe didomîne ku rojeva têkiliyên Ermenistan-Azerbaycanê bi lez û bez pêş bixin.”

“Ew ne astek bi kalîte bû, ji ber ku berî her tiştî yekemîn civîna di derbarê sînordarkirinê de li ser asta cîgirên serokwezîr hat lidarxistin û her du aliyan ew civîn bi erênî nirxand. Hûn dizanin ku civîna bê divê li Moskowê û ya din jî li Brûsêlê pêk were. Em hêvîdar in di zûtirîn dem de lihev bikin û ew civîn pêk were. Hûn jî dizanin ku di van demên dawî de cîgirên serokwezîr li Pêtêrsbûrgê li ser mijara rakirina ablûqeyê civiyan û bi giştî hewl dan ku helwestan bi qasî ku dibe nêzîkî hev bikin. Bi baweriya min di vî warî de jî îmkaneke me ya erênî heye û derfet heye ku em pêşde biçin.”

Wî hêvî xwest ku di demek nêzîk de hevdîtinek di navbera wî û Hîkmêt Hacîyêv de pêk were. “Ji bo hevdîtin pêk were em nîqaşan dikin, li ser aliyên din jî nîqaş didomin. Bi hêviya ku di demek nêzîk de li ser mijara peymana aştiyê hevdîtin bên kirin û em pêşde biçin, wezaretên derve di vî warî de kar dikin, bi hêviya ku di demek nêzîk de jî pêşketinên wiha hebin. Grîgoryan her wiha got, Ermenîstan ji bo danûstandinan amade ye û bi hebûna vîna siyasî ya Azerbaycanê, dê zûtir pêşde biçin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button