EconomicsTop

STARMUS, derfeteke nû ji bo pêşxistina tûrîzma zanistî li Ermenîstanê. çi dikare geştiyaran bikişîne

Festîvala navneteweyî ya STARMUS VI ya ku di navbera 5-10 Îlonê de li Ermenîstanê bê derbaskirin, ji bo geşepêdana tûrîzma zanistî ya li welat firsendeke baş e. Ji nîqaşên pîşesaziyê yên balkêş bigire heya konseran bi beşdariya muzîkjenên navdar,Star party: ev hemû dikarin tûrîstên biyanî bînin Ermenistanê.

Li gor nûçeya “Armenpress”ê, hev-avakarê festîvalê Garîk Îsraîlyan bi xwe îmkanên festîvalê pêşkêşî kompaniyên geştiyariyê yên Ermenistanê kir. Seroka Komîteya Tûrîzmê Sîsyan Poghosyan jî beşdarî civînê bû.

Îsraîlyan got: “Erka sereke ya festîvalê ragihandina zanistê ye, da ku zanist bigihêje gel.”

Festîvala Zanistê bi taybetî li Norwêcê encamên balkêş derket. Gelek kes tevlî festîvalê bûn

“Li Ermenîstanê gelek ciwan û xwendekarên dibistanê hene ku bi teknolojî û zanistê re eleqedar dibin. Û festîval di serî de ji bo wan e, ku wan tevlê bikin. Sedema duyemîn a lidarxistina festîvalê li welêt jî başkirina îmaja Ermenîstanê ye. Em dixwazin ji bo welêt tiştên stratejîk bikin.” got Îsraîlyan.

Wî da zanîn ku li Ermenîstanê bingehek heye. welat berê xwedan zanist û teknolojiyên pir baş bû, lê cîhan pê nizane. Niha armanc ew e ku bi festîvalê ne tenê zanyaran bînin Ermenîstanê, her wiha herikîna geştiyariyê jî zêde bikin.

Îsraîlyan piştrast e ku geştiyarên ku tên Ermenîstanê dibe ku bi vê festîvala zanistî re eleqedar bibin û di çarçoveya vê festîvalê de gelek muzîkjenên navdar, zanyar, xelatgirên xelata Nobelê jî werin Ermenîstanê û dê Star Party bê derbaskirin.

Partiyên Star li cîhanê pir populer in. Di çarçoveya festîvale li Ermenîstanê de wê li Garniyê di bin esmanê vekirî de bê derbaskirin. Piştî saet 22:00’an wê heta derengiya şevê teleskop, muzîka , kokteyl bên dayîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button