PoliticsTop

Serokwezîr Paşînyan bi Serokomarê Tirkiyê re bi telefonê axivî

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bi telefonê axivî.

Li gor ku ji Ofîsa Serokwezîrê Ermenistanê Armenpressê re hat ragihandin, Serokwezîrê Ermenîstanê bi boneya Qurban Bayramê li Serokomarê Tirkiyê pîroz kir û Serokomarê Tirkiyê jî hatina Vardavar, Veguherîna Îsa li Serokwezîrê Ermenistanê pîroz kir.

Serkirdeyan tekezî li ser giringiya proseya dualî ya birêkûpêkkirina peywendiyên di navbera welatên xwe de kirin, ji bo ku ev yek jî wê bibe sedema bihêzkirina aştî û aramiya navçê.

Di vê çarçoveyê de hêviya xwe anîn ziman, ku rêkeftinên ku di civîna 1ê Tîrmehê ya nûnerên taybet ên welatên wan de hatine kirin, di demeke nêzîk de werin cîbicîkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button