TopWorld

Komîsyona Edaletê ji bo Êzdiyan: Destê Tirkiyeyê di komkujiya Êzidiyan de heye

Parêzvana Mafê Mirovan a Birîtanî Helena Kennedy diyar kir ku li gorî encama lêkolînan, berpirsiyariya Tirkiyê di qirkirinê de heye û got; “Divê Tirkiyê li Dadgeha Navneteweyî hesab bide.”
Komeke ji parêzerên navdar ên cîhanî ku xwe weke Komîsyona Edaletê ji bo Êzdiyan birêxistin kirine, têkildarî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî raporek amade kirin.
Naveroka Raporê ji aliyê rojnameya Îngilîz The Guardin ve hate parve kirin.

Rapor xwe dispêre lêkolînên berfereh ên têkildarî sedem û encama tevgera qirkirinê.
Li gor rojnameya The Guardian, yek ji wan parêzerên Brîtanî ku beşdarî lêkolînê bûye Helena Kennedy diyar dike ku Iraq û Sûriye di astengkirina wan komkujiyên DAIŞ’ê yên li ser Êzdîan şikestine.
Li gorî amadekaran, armanc ji raporê ew e ku berpirsiyariya hin dewletan a di qirkirina civaka Êzdî de raxin ber çavan.

Parêzvana Mafê Mirovan a Birîtanî Helena Kennedy (Helena Kenedî) piştgirî da encamên lêkolînê û got; “Her çendî qirkirin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibe kirin jî lê berpirsiyariya sereke a hin dewletan e.”
Rapora komîsyonê ya ji 278 rûperan pêk tê, piştî xebatên 3 salan bi encam bû û tê de helwesta 13 welatan û berpirsiyariya wan li hemberî qirkirinê hate lêkolînkirin.

Roj news dinvîse

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button