All NewsTop

Bûndêstaga Almanyayê qirkirina Êzidiyên Şengalê ya sala 2014’an nas kir

Bûndêstaga Almanyayê qirkirina Êzidiyên Şengalê ya sala 2014’an nas kirîe. Parlamenterê Meclisa Neteweyî Rostem Bakoyan li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsîe.

Parlamênta Almanya ya Fêdêral pêşnûmeqanûna naskirina jenosîda ku ji aliyê rêxistina terorîst a “Dewleta Îslamî”  li dijî gelê Êzidî hatiye kirin, qebûl kirîe.

Di biryarê de bang li civaka navdewletî jî hat kirin ku “ji bo kêmkirina êşên gelê Êzidî bixebitin”.

Ez spasiya Komara Federal a Almanyayê dikim ku ji bo vegerandina edaleta dîrokî tevlî têkoşînê bû.

Belê, gaveke din a girîng di pêvajoya naskirina navneteweyî û şermezarkirina sûcên navneteweyî yên li dijî gelê Êzidî hatiye kirin.” Rostem Bakoyan li ser rûpela xwe ya Facebookê dinivîse.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button