
Hejmara xîtavbûya van herdö mehê xilazîyêda gihîþtîye h’ecmê ter’ikî, bi cehwerî isa jî hejmara wan kesa zêdebûye, ê kö dixwezin k’arta e’ynîkirinê bistînin.
Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda Ara Fîdanyanê dewsgirtîyê midîrê polîsîa CE r’ûniþtina CM-êye sirêderda- wexta e’ne’nekirina t’ivdîra qanûna derheqa kirina göhastina û t’amkirina qanûna CE-êye derheqa bajar’vantîya CE-da, gogt.
“Meremê t’ivdîrêye bi meremê pêþdabirina warê malhebûnê, ö’lm, medenyetê, sag’lemîxweykirinê, sportê goveka wan kesa, ê kö bi qeydê safîbûyî bajar’vantîyê distînin, berfirekin, emekê k’îjanayî berbiç’e’v cêrge warada wê heve”,- Fîdanyan got.
Bi h’îmkirina ferztîya e’ne’nekirina pirsê r’ûniþtina sirêderda- ewî got: “Bi h’esavhildana me’nîyê giþtava e’yan- nav sala îsalin, xazma van herdö mehê xilazîyê r’eqema wan gihîþtîye h’ecmê bêh’ed mezin, ê kö seva setendina bajar’vantîya CE xîtavdivin, lê isa jî r’eqema wan, ê kö seva stendina pasporta bajar’vanê CE û- k’arta e’ynîkirinê xîtavdivin. Û safîkirinê heman bi h’esavê h’alê vê gavê r’astîyê ê oxirmê giranin”.
R’ûniþtina CM-êda t’ivdîr hate qebûlkirinê- bi dengdayînê bi stendina 58 dengê t’erefdar.