CultureTop

Orkestra “Led Zeppelin Symphony” wê li Êrîvanê bîstpênc stranan pêşkêş bike

Piştî konserên balkêş ên Zaz û 50 Cent ku di çarçoveya festîvala “Haya” de hatin derbaskirin, konsera “Led Zeppelin Symphonic” wê di 9ê Tîrmehê de li stadyuma “Hrazdan” were derbaskirin.

Li gorî Armenpress, ew projeyek taybet e ku tê de mûzîka koma efsanewî ji hêla sê stranbêjên fenomenal ên London West End ve, digel baştirîn koma rock û orkestraya senfonî ya Brîtanî tê pêşkêş kirin.

Bi tevahî 25 stran têne pêşkêş kirin, di nav de hitsên herî populer: Whole Lotta Love, Black Dog, Kashmir, Rock & Roll, Dazed & Confused, Stairway to Heaven.

Proje bi piştgiriya endamên koma efsanewî, yên ku beşdarî promiyera balkêş û serfiraz a bernameyê li Londonê bûn, hate afirandin.

Zêdetirî 50 sal in, temaşevanên ji çar aliyên cîhanê ji stranên Led Zeppelin hez dikin.

Performansa orkestrayê hestên herî baş derdixe holê û serpêhatiyeke bêhempa dide temaşevanên komê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button