SocietyTop

Dema nirxandina serlêdanên hemwelatîbûna Ermenîstanê hat kurtkirin

Polîsê Ermenîstanê ragihand, di nîvê yekem a sala 2022-an de di hejmara serlêdanên hemwelatîbûna Ermenîstanê zêdebûnek berbiçav hate dîtin.

Ger di meha Çile-Hezîrana 2021’an de ji bo hemwelatîbûna Ermenîstanê serlêdan 3448 bun, di heman heyama sala 2022’an de jî hejmara serlêdanan 9917 e.

Lêkolîn nîşan didin, ku di vê salê de ji sedî 200 selef zêdekirina serlêdanên hemwelatîbûnê bi giranî ji ber daxwaza Ermenîyên ku li Federasyona Rûsyayê dijîn ji bo wergirtina hemwelatîbûna Ermenîstanê û pasaporta hemwelatiyê Ermenîstanê ye, ku di encamê de li Daîreya Pasaport û Vîzeyê bû sedema rêzên mezin.

Li gel ku Daîreya Hemwelatîbûnê ya Daîreya Pasaport û Vîzayê bi awayekî zêde kar dike jî, Dezgeh xizmeta hemû serlêderan misoger dike

Ji 25ê Hezîrana 2022an pê ve, serîlêdanên hemwelatîbûnê li şûna heyama 6 mehên berê dê di nav 90 rojên xebatê de werin nirxandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button