TopWorld

Çalakvanê êzdî Cemîl Silêman roja Pêşemê li nêzîkî   Dohala li bakurê Şengalê di bin şert û mercên ne diyar de hat kuştin

Dengê Êzidiyan li ser Twitterê wiha got: “Ti rêxistinê berpirsyariya kuştinê negirt ser xwe. Ew endamê Mala Êzidiyan û Koma Ciwanên Serbixwe bû.”

Li gorî Serok û hev- damezrînerê Akademiya Şengalê Mûrad Îsmaîl, Silêman yek ji organîzatorên pêşeng ên protêstên vê dawiyê yên Şengalê bû. Di wan protêstan de daxwaza bêçekkirina Şingalê hat kirin, piştî şer û pevçûnên di navbera Artêşa Iraqê û YBŞ de ku di meha Gulanê de bi sedan êzdî koçber bûn.

Xwepêşandan banga derxistina hemû yekîneyên çekdar ji deverên niştecihbûnê kir, ji bilî hêzên ewlekariya navxweyî ya xwecihî, û rawestandina pevçûnên çekdarî li deverên sivîl.

Îsmaîl ji Kurdistan 24ê re got:   “Em gelekî nîgeran in li ser van tawanên berdewam, çi bi mebesta siyasî bin yan ne. Cemîl çalakvan bû û di organîzekirina protêstên dawî yên Şengalê de roleke sereke lîst.”

“Em hêj li benda hûrgiliyên vê kuştinê ne û bang li rayedaran dikin ku lêkolînê bikin û hûrguliyan ji raya giştî re eşkere bikin.”

Di Cotmeha 2020an de, hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê  bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî ji bo “vegerandin û asayîkirina” rewşa Şingalê û derxistina komên çekdar, bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî peymana Şengalê îmze kirin.

Lê heta niha ev peyman li ser erdê pêk nehatiye. Tirkiye êrîşên balafirên bêmirov ên li dijî YBŞ’ê ku ew weke berfirehkirina PKK dibîne, berdewam dike.

kurdistan24.net  dinvîse

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button