PoliticsTop

Aliyan li hev kirin ku ji bo derbasbûna sînorê bejahî yê Ermenîstan-Tirkiyê derfetê bidin

Di 1’ê Tîrmehê de nûnerên taybet ên pêvajoya asayîkirina têkiliyên Ermenîstan û Tirkiyeyê, Alîkarê Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Rubên Rubînyan û Balyoz Serdar Kiliç li Vîyanayê civîna çaremîn pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê, aliyan li hev kirin ku îmkana derbasbûna sînorê bejahî yê Ermenistan û Tirkiyê ji bo welatiyên welatên sêyem ên ku serdana Ermenistan û Tirkiyê dikin di demek herî kurt de misoger bikin , û biryar dan ku di wî warî de proseyên pêwîst bidin destpêkirin.

Herwiha hat destnîşankirin ku di zûtirîn dem de dest bi veguheztina bargehên esmanî yên rasterast di navbera Ermenistan û Tirkiyê de bikin û biryar dan ku di wî warî de proseyên pêwîst dest pê bikin.

Her wiha li ser gavên din ên muhtemel ên konkret ên ku ji bo bidestxistina armanca dawî ya lihevkirina tam a di navbera her du welatan de dikarin bên avêtin hatin gotûbêjkirin.

Di dawiyê de, aliyan careke din tekezî li ser rêkeftina xwe ya berdewamkirina pêvajoya çareseriyê bê şert û merc kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button