
R’ê, k’îjan Tat’êvê misk’enê Syûnîk’va girêdide, k’îjan bi navê Tat’êv- Ag’vanî cim’têva e’yane, par t’esmîlî xevtandinê bû. Zivistana bi berfa berek’et û bihara bi þilîyê berek’et r’ê gele p’arada kirne ya çetin têda çûyînê. Angorî cavdara- t’emam zanin, k’a ew r’ê çi þertada, bi çi leziynê hatîye avakirinê.
R’obêrt G’ûkasyan
Marzpêtê Syûnîk’ê
“Dêmek isa jî we’de lazimbû, wekî r’ê bide xanê, k’a sistayê wê k’öne. Niha t’emamîya p’ara t’ecdîddivin, k’îjan wekî angorî lazmayê nînin”.
Bi gilîyê Gnêl Sanosyanê wezîrê serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa, p’ara r’ê sê hevaltîyê baþqe-baþqe avakirîye, saxî, t’ivdîra p’arekê berî þêr’ hatbû dîtinê, me’na wêye ÿlê hebû.
Gnêl Sanosyan
Wezîrê CE-yî serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa
“P’arê dinêda idî þertê diha lez avakirinê, hewê, em isa jî venaþêrin, bi me’nîyê çawa obyêktîv, isa jî syûbktîv pirsgirêkê kêmasîya xevata avakirinêye berbiç’e’v, yanî t’emamîya komlêk’sekê hene, lê ya ferz ewe, wekî p’êþezanê me bi têderxistina kêmasîyê pêþdhatinê e’wil xilaznekirin, yanî- tevekê xilazîyê cîwarbûyî nînin, alîyê dinêva xevat nehatîye qebûlkirinê”.
T’emamîya þaþîya wê bidine hilanînê, wê r’astkin, asfalta tevekê 3-a wê r’axin, pey k’îjanêr’a p’ara r’ê wê h’esavve seranser çêbûyî û bêqösûr. Sanosyan serda zêdedike- seva p’ara Tat’êv-Agavnî dewletê cem hila hê edanekirîye. T’ev r’ê-dirbê seranser t’eze çêkirinê, merza Syûnîk’êda îsal isa jî deh r’ê têne t’ezekirinê yan h’îmva têne t’ezekirinê. Ew xevat meþêdane, biha weke 8 mlrd dramin.
Gnêl Sanosyan
Wezîrê CE-î serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa
“Cêrge r’ê-dirbê meye t’eze avabûnê hene, nav k’îjana isa jî r’ê-dirbê lap t’eze hene, k’îderê t’ö wexta r’ê t’inebû, r’ê-dirbê isa, me’na k’îjana yeke din bû, niha tê göhastinê, r’û tê göhastinê, h’îmva tê t’ezekirinê, û wekî din. Xevata wan, dîsa bi h’ecma ÿp’êce mezin û diha gele xercxwestinêye- bi h’esavhildana, wekî hine p’ar lap t’ezene. Her t’enê hevata heman- ya weke 17 mlrd-a heye û r’eqema wê wê diha zêdeve, çimkî hine xevtada sirê meye t’ivdîrpêþh’esavkirinê hene, wê seafîve, emê destbi xevata avakirinê bikin.
We’da da k’ivþê, wekî hine p’arê Tat’êv Ag’avnî, isa jî Tat’êv-Þînûhayrê xazma seva barbira ê çetintêdaçûyînêne. Seva wê qirarkirine p’arê r’êye t’eze avakin- ij k’îjana yek r’ex göndê Vêrîn Xotananêva wê derbazve, ya dinê, Tat’êvê bi xeta bawerbike r’ast þar’iya Sîsîan-Gorîsva wê girêde.
Mûþêg’ Îsaxanyan
Eva p’ara r’iya Têt’êv-Lsêne- kîlomêtra 18-aye. Çawa hûn divînin, vê demê vira xevata t’ijekirina xwelîyê tê kirinê. Eva p’ara r’êye bi me’na de’wmeþandinêye, û hevaltîya avakirinê, lê isa jî meqamatê dîwanî h’emû tiþtî dikin, wekî h’etanî serê salê p’ara r’ê bê xevtandinê. Ew r’ex ç’ivanê Tat’êvêr’a derbazdive, k’îjanê îznê bide barbira weke 40 deqa diha lez bigihîjne misk’enê Noravan.
Dirêjaya Tat’êv-Lsênê 20 km-e. Avakirinê dö hevaltî mîaserdikin, yekê ij alîyê Tat’êvê destpêkirîyj, ya dinê- Lsênê. Niha tevekê grûntêyî xirav dûrdixin- bi ya bi wesif digöhêzin. Ya t’eze ij r’iya bi Tat’êvê û Þînûhayrê derbazbûnê bi 8 km-a kine.
Armên Xaçatryan
Serk’ar, cavdarê cîderecê
“Ç’ivanê Tat’êvê ze’f kêmber hatne çêkirinê, seva avtomaþînê mezin têr’adîtî nînbûne, çawa r’iya tûrîstîyê avakirîbûye. Niha wekî mecbûrbûyî barbir, avtomaþînê mezin dixevtin, ber çetinayî û pirsgirêka disekinin- xazma zivistanê, t’imê berevbnûa maþîna, belayê hevin. Bi avakirina vê r’ê em r’ex t’emamîya pirsgirêkva derbazdivin, maþînê mezin r’eh’et wê her’in-bên, bawerbike wê r’astve, mêlbûna wê heye, lê bi selefa ze’f hindik, dikarin bêjin sêrpantînê me t’inene”.
H’erke havîn û payîz bi hejmara r’ojê baranê r’ewþa biharê newek’ilînin, dêmek r’ê h’etanî xilazîya salê wê hazirve û wê bive xetr’iya h’îmlî berva þar’ê. Merza Syûnîk’êda pêvajoya hemane çapike avakirinê cîyê baþqe-baþcqeda dikarin diha gelekî bivînin. Ser r’ê, k’îjan dive berva göndê Vardavank’ê, Xdransê, Agarakê, Ûjnîsê, idî tevekê asfaltê r’adxin. P’areke r’iya berê, k’îjanê gönd þar’êva girêdidan, niha bin qolê Adrbêcanêdaye. Avakera r’iya 3 mêtrêye çetinçûyînê sêbare firekirine, kirne ya döalî. Dirêjaya t’omerî 12,4 km-e, fireyî 9 mêtre.
Tîgran Sargsyan
Serk’ar, cavdarê cîderecê
Derba h’îmlî em datînne ser sixkirina h’îma, qenckirina cîyê sist, wekî pirsgirêk pêþda neyê, r’ûniþtin t’ineve, dirêj qölixke. Parva me starta r’ê daye, îsal emê bawerbike dö mehada xilazkin… asfalta meye ze’f baþ wê heve, wê r’iya qeydê bilindve, r’iya ort’emiletîyêye, lê ez himberî wesfa r’iya navbera dewletada dikin.
Pirsgirêkê 6 göndê dine p’areke r’êva girêdayî hebûn- Ç’akatênê, Sraþênê, Nêrk’în Handê, Savê û Þîþkêrtê. Binelîyê van misk’ena wekî bigihîþtana Qap’anê, e’wil gere biçûyana Mêg’rîyê, paþê t’eze bigihîþtana merk’eza merzê, r’ê 100 km-a zêdetire.
Gnêl Sanosyan
Wezîrê CE-î serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa
“Ber me pirsgirêk hatbû danînê pirsê e’mirdarîya misk’ena, p’evgirêdanêva girêdayî lez serr’astkin.
Pey dîharbûna prsgirêkr’a e’wil r’êþênkirinê, k’îjan göndê Gêg’anûþêva derbazdive, seva xweykirina p’evgirêdanê, paþê hangava destpêkirin r’iya t’eze avakin- ç’îya û mêþava. Ev t’eref ij ê hereçetinbû, t’oprax qeyaye, gele cara t’eqandin kirine.
Sêrgêy Ar’stamyan
Arxîtêktorê hevaltîya avakirinêyî sereke
“Idî ij 31-ê meha k’anûna pêþin vê r’êda h’emû cûr’ê maþîna dikarin her’in-bên- wekî bigihîjne göndê k’ivþbûyî.
R’iya lap t’ezeye 7,4 km digihîne Ç’akatênê, bi derbazbûna r’ex p’ara pêþdaanîna pirsgrêkê. Vira xevata t’ijekirina xwelîyê xilazkirine, k’arê xwe asfaltkirinê dikin. Hevaltîya avakirinê dide bawerkirinê, h’erke ij ya têr’adîtî zûtir t’esmîlî xevtandinê nekin, dêmek we’dê têr’adîtîda r’iya t’eze- bi stûna, nîþanê r’ê-dirba, wê t’esmîlî ÿlêve. Niha p’evgirêdana t’emamîya göndê Syûnîk’ê t’ev þehera û þar’iya- ewlebûîye, ê marzpêt dide bawerkirinê.
R’obêrt G’ûkasyan
Marzpêtê Syûnîk’ê
“T’emamîya wan p’arada, t’emamîya göndê ser r’iya Ûjanîsê, seva binelîyê 6 göndê bi t’erefê Ç’akatênê, transporta civakî heye, k’îjan hindava k’oma xevatêda hatîye pêþdestîkirinê û mîaserdive, em hine delîvada isa jî çixara maþîna ewledikin, hene delîv, wekî beledîya ÿlê maþînê bi ardû ewledike, yanî bi formatê baþqe-baþqe, lê em çûyîn-hatina meriva ewledikin, çaxê r’iya t’eze wê idî ya t’ezeve, emê vî cûr’ê alîk’arîyê r’awestînin.
Dewletê sîasîk bijartîye, angorî k’îjanê, r’iya her misk’enekî Ermenîstanêye þên gere heve, isa jî xwestin heye bigihîjne wê yekê, wekî misk’en hîvîya r’êkê nemînin- Sanosyan hûrgilîdike.
Gnêl Sanosyan
Wezîrê CE-î serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa
Ewe me’nî, wekî berva Þûr’nûxê, berva Barzravanê r’ê têne avakirinê, ij Vorotanê berva Xotê r’ê avadive, k’îjê h’îmlî r’ê-dirbê lap t’ezene û seva wan misk’enê me wê bivne yan ê h’îmlî yan barê dereca döda, lê r’ê-dirbê t’ezeavakirîye ferz”.
Ij r’ê-dirbê jorgotî her t’enê p’ara dive berva Þûr’nûxê, hila hê ya çûyîn-hatinê nîne, ê dinê r’aste vê demê ê grûntîyêne, lê seva maþîna vekirîne. Ij goþê xevata r’êavakirinê Syûnîk’ ij ê pêþdabire. Merzêda sala 2022-a dewlet t’omerî weke 170 km-a r’ê avadike, saxî, mêlkirina zêdebûna vê hejmarê heye.
Mûþêg’ Îsaxanyan, Arman T’ovmasyan, R’omîk Xaçatryan. Salix-sûlix