All NewsTop

Di demeke nêz de bazirganiya bi Ermenîstanê re wê bibe 3 milyar dolar. Cîgirê Serokê Dûmaya Dewletê ya Rûsyayê

Îro veberhênanên rûsî yên berhevkirî di aboriya Ermenîstanê de nêzî 40% e, karsaziya me li Ermenîstanê xwedî hebûnek cidî ye …

Bawerî heye ku di demek nêzîk de emê bigihin wê yekê ku bazirganiya salane ya di navbera welatên me de 3 milyar dolar be. Alîkarê Serokê Dûmaya Dewletê ya Rûsyayê Alêksêî Gordêyêv di 28ê Hezîranê de li Êrîvanê bi rojnamevanan re axivîe.

Wî bi bîr xist ku di navbera Rûsya û Ermenîstanê de di vê an wê warê hevkariyê de nêzî 200 peyman hene û di hevdîtina bi cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan re li ser îmkanên pêşxistina wê potansiyelê hatin gotûbêj kirinê.

Di sala niha de, li gorî wî, di warê bazirganiyê de pêşveçûnek baş heye. “Îro veberhênanên rûsî yên berhevkirî di aboriya Ermenîstanê de ji sedî 40 e, ji ber vê yekê karsaziya me jixwe li vir hebûna xwe ya cidî heye. Lêbelê, ez dixwazim ku kalîteya van veberhênanan biguherim û dest bi hilberîna hevpar a hin celeb kelûmelan bikim, ne tenê ji bo firotina wan li bazarên Rusya û Ermenîstanê, lê her weha ji bo karanîna wan li bazarên welatên sêyemîn jî, “wî gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button