All NewsTop

Azerbaycan armanc dike ku çalakiyên aştîparêzan bêrûmet bike. Paşînyan derbarê êsîrên Ermenî da

Zêdetirî 90% ji esîrên ermenî yên niştecîh ên ku li Azerbaycanê hatine girtin, piştî bicihkirina hêzên aştiyê yên rûsî li herêma wan a berpirsiyariyê hatine girtin.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna çapemeniyê ya înternetê de daxuyanî dae.

Wî amaje bi girtina 62 rezervên ji Gimirê ji navçeyên Xtsabêrdê û Taxêra Kevin piştî agirbestê jî kir û got, ew navçe nehatine radestkirin, diviyabû bi awayekî de jure di bin kontrola hêzên aştîparêz ên Rûsyayê de bibûna.

“Li gorî daxuyaniya sê alî leşker li çeperên ku divê bibûna, li wra jî mane. Min li ser vê mijarê bi fermandarê hêzên aştîparêz ên Rûsyayê  û Serokê Federasyona Rûsyayê re axivî. Lê belê divê bê gotin ku ew herêm di bin berpirsyariya hêzên aştiyê de bûn.” Wî da zanîn ku siyaseta ku Azerbaycanê di vê çarçoveyê de dimeşîne, armanc dike ku çalakiyên hêzên aştîparêz ên Rûsî bêrûmet bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button