TopWorld

Nadîya Murad bi Seroka Parlementa Almanyayê re civiya û daxwaza naskirina jenosîda êzîdiyan kir

Nadîya Murad herî dawî li Berlînê bi Seroka Parlamenta Almanyayê Xanim Berbel Bass re civiya û daxwaz ji parlamentê kir ku bi fermî Qirkirina Êzidiyan nas bike û piştgiriyê bide hewlên aramkirina ewlehî û pêşkêşkirina xizmetguzariyê li devera Şingalê.

Nadiya gotarek pêşkêşî komîteya daxwaznameyê kir û bi endamên parlamentoyê re li ser giringiya bi fermî naskirina Jenosîda Êzidiyan gotûbêj kir. Wê her weha ji hukûmetê xwest ku balê bikişîne ser rêyên domdartir ji bo bidawîkirina jicîhûwarbûna êzdiyan ya demdirêj, wek veberhênana li welatê wan. Nadiya tekez kir ku kampên koçberan şert û mercên nebaş ên jiyanê peyda dikin û aramiya civaka Êzidî xirab dikin.

Naskirina hovîtiyê di heman demê de tê wateya qebûlkirina berpirsiyariya ji bo piştgirîkirina kesên saxmayî û darizandina sûcdaran. Elmanya ji bo darizandina endamên DAIŞ’ê yên ji ber qirkirin û şîdeta zayendî pêşengiyê dike. Naskirina fermî wê hewldana kolektîf ya ji bo bidawîkirina çanda bêcezakirinê xurt bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button