TopWorld

Iraq: Zêdeyî 700 kêmîneyên êzdî ji ber mayînan li Şengalê hatin kuştin

Di sala 2014an de, di dema dagirkirina Iraqê ji aliyê koma têrorîst a DAIŞ`ê ve, bi deh hezaran kes li deverên ku kêmîneya êzdî lê dijîn, hatin kuştin û birîndarkirin û bi hezaran kesên din jî heta niha di dîlgirtinê de ne.

Ne tenê jenosîda gelê êzdî hat kirin, lê piştî paşvekişînê terorîstên DAIŞê hemû gundên derdorê ku êzdî lê dijiyan mayîn kirin. Li her derê mayin hatine danîn, li zeviyan, li bajaran, kanalîzasyon û tesîsên enerjiyê.

Wezareta Jîngehê ya Îraqî nîyet dike ku stratejîyek niştimanî ya çalakiya mayînan (2022-2028) bide destpêkirin ji bo kêmkirina qezayên mayînan di nav niştecihên xwecihî yên êzîdî de. Ji sala 2014 heta 2022, zêdetirî 700 qurbaniyên êzîdî di encama teqandina cebilxane û mayînan de hatine tomarkirin.

Gundên ku şêniyên Êzidî lê dijîn heta roja îro ji mayînan nehatine paqijkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button