PoliticsTop

Ermenîstan di rojeva me ya aştiyê de domdar e: Wezîrê Derve yê Ermenîstanê

Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Elîev diyar kir ku pêşniyara wan a destpêkirina xebatên li ser peymana aştiyê hê jî ji aliyê Ermenîstanê ve bersiv nehatiye dayÎn.

Li ser vê mijarê radîoya “Azadî” bi Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan re axivî.

Wezîrê karên derve yê Komara ErmenÎstanê destnîşan kir ku di dema peywendîyên giştî, navneteweyî û rasterast ên bi alîyê Azerbaycanê re, alîyê Ermenistanê çendîn caran di asta herî bilind de ragihandiye ku em di bernameya xwe ya aştîyê de hevdeng in. Em di pêşniyarên Azerbeycanê yên ji bo peymana aştiyê ya pêşerojê de tiştekî ku nayê qebûlkirin nabînin, bi xwezayî, wan pêşniyaran bi ramanên me temam dikin.

Li gorî Mîrzoyan, Ermenîstanê bi rêya welatên hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE, pêşnûmeya Ermenîstanê ya di rojeva hevdîtinên aştiyê yên berfireh de, radestî Azerbaycanê kiriye, lê heta niha tu bersiveke fermî nehatiye dayîn.

“Yanî berevajiyê daxuyaniyên Serokomarê Azerbaycanê, Ermenîstanê ne tenê red nekir, bi erênî jî bersiv da pêşniyara hevdîtinên aştiyê û li benda bersiva Azerbaycanê ye.

Di heman demê de me ji Azerbaycanê re pêşniyar kiriye ku di navbera wezîrên derve yên li ser rêkeftina aştiyê dest bi şêwirmendiyê bikin, lê heta niha ti bersivek ji me re nehatiye dayîn.

Komara Ermenîstanê amadebûna xwe ji bo destpêkirina şêwirên li ser peymana aştiyê rojek berê dubare dike”:got Ararat Mîrzoyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button