PoliticsTop

Azerbaycanê erkên xwe yên li gorî daxuyaniya sêalî ya 9’ê Çirya paşin binpê kiriye

Daxuyaniya sêalî ya 9’ê Çirya paşin hê bi temamî pêk nehatiye: Azerbaycan, ne tenê berpirsiyariyên xwe yên li gorî daxuyaniya sê alî, lê hiqûqa mirovahî ya navneteweyî jî binpê dike, bi awayekî neqanûnî girtiyên ermenî yên şer û sivîlan rehîn digire û wan ji bo bazarkirin û bazirganiya mirovan wekî rehîn bikar tîne.

Li ser vê mijarê radîoya “Azadî” bi Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan re axivî. Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan diyar kir, ku ne tenê Ermenistan, tevahiya cîhan vê daxwazê ​​pêşkêşî Azerbaycanê dike.

” Bi rastî Azerbaycan yek ji protokolên bingehîn ên daxuyaniya sêalî red dike û dibêje ku Qerebax tune, pirsgirêka Qerebaxê jî tune. Di vê navberê de Serokkomarê Azerbaycanê di daxuyaniyeke sêalî de hebûna Qerebaxê bi îmzeya xwe piştrast kir. Û heta ku gotineke sê alî hebe, hebûna Qerebaxê nayê înkarkirin” : got Ararat Mîrzoyan.

Mîrzoyan eşkere kir ku binpêkirina daxuyaniya sêalî ya 9ê Çirya paşin ev e ku hêzên çekdar ên Azerbaycanê, bi binpêkirina xala yekem a daxuyaniya sala 2020an, di 24ê Adara 2022an de êrişî herêma berpirsiyariya hêzên aştîparêz ên Rûsyayê li Qerebaxê kir u ew hê ji wir in.

Derbarê rakirina bloka ragihandina veguhestina herêmê de, dîsa Ararat Mîrzoyan diyar kir ku ew gelek caran gotiye ku Ermenîstan bixwe jî bi serkeftina vê pêvajoyê re eleqedar e.

Eger ne ji berdewamiya daxuyaniyên bêbingeh ên rayedarên Azerbaycanê li ser korîdora der-erdî bûna, ku ti pêwendiya wan bi rêkeftinên bi amadebûna hejmarek ji hevkarên navdewletî re tune bû, dê pêvajo bi leztir bi dawî bihata.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button