All NewsTop

“Zerdala Zêrîn”. Heyeta dadgehê ji nivîskarê Iraqî, çalakvanê mafên mirovan ê êzdî Mîrza Dînaî pêk bê

Jûriya Bernameya Pêşbirka Herêmî ya Festîvala Fîlman a Navdewletî ya 19. “Zerdala Zêrîn” ji nivîskarê Iraqî, çalakvanê mafê mirovan yê êzdî Mîrza Dînaî pêk tê. Em ji rûpela Facebookê ya festîvalê agahdar dibin.

Mîrza Dînaî, çalakvanê êzdî yê mafên mirov û hev- damezrêner û birêveberê “pira hewayî ya Iraqê” jiyana xwe terxan kiriye bo rizgarkirina xelkên ziyandar ji şerê Iraqê bi rêya veguhestina jin û zarokan ji navçeyên di bin kontrola koma têrorîst a Dewleta Îslamî de.

2019 Mîrza Dînaî di 19ê cotmeha 2010an de li Êrîvanê xelata mirovatiyê ya Aurora wergirt.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 19. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Êrîvanê ya “Zerdala Zêrîn”  a îsal di navbera 10-17 Tîrmehê de tê lidarxistin. Îsal wê ev festîvala navneteweyî ya fîlman ji welatên cihê yên cîhanê û herwiha fîlmên ji festîvalên herî bi prestîj ên fîlman pêşkêşî raya giştî bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button