EconomicsTop

Pirsgirêka gênim ya globale, dikare çend dehe mîlîon meriva t’esmîlî xelayêke: T’MY e’þiartîyê dide: Îrîna Mkrtçyan

Siva 13-ê meha h’ezîranê gemîya bi 18 h’ezar tonna garisê ûkraînî barbûyî gihîþte gemîstana li þimal-r’oava Îspanîayê. Ij borana ûr’is-ûkraînî virdatir eva r’adestkirina gênime e’wilbû, k’îjan bi r’iya be’rê gihîþtîye welatê Yektîya Avropayê. Ev borana  sîasîyê ser borana k’ovîdêye hila hê mewcûd cembûye, encamêda- pirsgirêka gênim ya  globale- çend deh mîlîon meriv dikarin t’esmîlî xelayêvin. Derheqa wê yekêda hila hê mehekê pêþda T’MY e’þiratî dabû.

Gohar Sargsyan

          Sek’ara p’ara  p’evgirêdanê ya BXH’

          Nav dö sala hejmara merivê bi xörek ne ewle döbarebûye- gihîþtîye 343 mîlîona, û 49 mîlîon merivê r’êkordî ber kevîya xelayêne, 750.000 k’ese ij xelayê dimirin. Ûr’isêt û Ûkraîna 30%-î r’adestdikin, û hene welat, 75%-ê k’îjana hima ij van welata tê  derdaanînê, bal wan h’al diha giranbûye.

          Berê bi gemîstanê Ûkraînayê hermehe 4,5 mln tonna ek’nê gönd hatîye deranînê. Ûkraînayê gemîstan leg’mkirine, gemîyê ûr’isaye e’skerîyê jî gemîyê Odêsayê, Çêrnomorskê û Ûkraînaêye din h’esarkirine, encamêda r’adestkirin bi r’ê-dirbê r’eþayêye bêy wê yekê jî bargiranbûyî mîaserdivin.

          Çawa bedel Kîêv e’lamdike, wekî r’iya t’eze bêcerdike- seva t’opraxê R’ûmînîayê, Lêhistanê û  welatê R’exbalt’îkayêva deranîna 22 mîlîon tonna genim.

          Co Baydênê sedrê Yektîyê Yekbûyî jî dide k’ivþê- t’ev Ûkraînayê ser sînorê lêha i’mbarê gênime we’delî wê çêke, lê ew we’de dixweze. Encamêda, mesele, Avropayêda qîmetê gênim bi 52%-a zêdebûye.

          Ij wezareta ÿkonomîkayê didine bawerkirinê- bi h’esavê îro pirsgirêka meye gênim t’ine- ij T’Û tê derdaanînê û t’imê jî isa bûye.

          Gêvorg G’azaryan

          Midîrê serwêrtîya bêqezîabûna xörek û pêþdabirina agorovebêcerkirinê ya wezareta CE-ye ÿkonomîkayê

          T’omerî Ermenîstanêda r’eqemnîþa xerckirina gênime ort’eye salewextê digihîje 385.000 tonna, ij k’îjanî 110.000-î em ç’e’vnihêr’î ê arizîne, isa jî 120.000 tonna  derdaanîna me hebûye, pêþda diçe.  Seva Ermenîstanê t’ö  qedexeke derdaanîna gênim t’ine, bere’k’s em ç’e’vnihêr’îne pey ek’inberevkirinêrxa divek nimizbûna qîmet heve.

          Bi xeverdana derheqa deranînêda- wezaretêda didine k’ivþê- körtbûna hejmara heye. Angorî komîtêa h’alnivîsarê, t’opraxa r’eþandina hêþnayê bêcerkirinê sala 2021-ê himberî 2017-a bi bawerbike yek sêanî körtbûye.

          Þertê îroda  deranîna meye cî r’ewaca höndör’ dikare weke 3 meha r’azîke.

                    Gêvorg G’azaryan

          Midîrê serwêrtîya bêqezîabûna xörek û pêþdabirina agorovebêcerkirinê ya wezareta CE-ye ÿkonomîkayê

          Pêþtirî  wê qanûna me heye, govekê k’îjanêda ê  derda tînin 10%-a i’mbardikin.

          Çi dimîne seva körtkirina zevîya, h’ökömetê betalkirina hima wê yekê salê 2020-21-ê berne’ma dîwanîye r’öh’darkirina deranîna genmê payîze  mîasaerkir.

          Varsîk Martîrosyan

          Dewsgirtîya midîrê serwêrtîya deranîna malhebûna göndîtîyêye pêþ ya wezareta CE-êye ÿkonomîkayê

          Meremê berne’mêye firotana tovê deranîntîya bilind bikine ya destgihîþtinê. H’îmlî seva ek’in tovê ij ek’inê berevbûyî didane xevatê, k’îjan r’astîyê tov nîne û selefê nimiz ewledikirin.

          Angorî salixdayîna opêratîve ij marzpêtaranê CE stendî bi h’alê 1-ê meha sala 2022-aye h’ezîranê zevîyê gênime t’omjrî weke 102.000 hêktarin (ij k’îjanê- payîze- 56.336 hêktar, lê bihare- 45.728 hêktar).

          H’ökömetê  30%-ê qîmetê  tovê payîze sûbsîdîakirîye, ek’inberevkirina k’îjanê sêmehîya sala 2022-aye sisyada tê têr’adîtinê. H’îmlî zevî merzê Þîrakê, Gêg’ark’ûnîkê, Lor’îyê, Syûnîk’ê, Aragasotnêdanin.

Varsîk Martîrosyan

          Dewsgirtîya midîrê serwêrtîya deranîna malhebûna göndîtîyêye pêþ ya wezareta CE-êye ÿkonomîkayê

          Merk’eza welatk’arîyêye ö’lmî û merh’ela Gömirîyêye sêlêksîon tovlevzêdekirina hêþnayê gênime bêcerkirinê û  hêþnayê livbine’rde bêcerkirinêye pêþ mîaserdikin, wekî derdaanîna tovaye dervava  kêm girêdayîvin.

          …Fistiqê bine’rdin, eva sala pêþine, bal me qet nehatîye bêcerkirinê. Zîlkirine, em  t’asada dir’eþînin, em t’am tînin dinikînin.

          Gnêl Mxît’aryanê  malhebûnvanê göndîtîyê 30 sala zêdetir bi malhebûna göndîtîyê mijûldive, dewsa 6 hêktara ew niha hêktarekê bêcerdike, me’nî- kêmasîya r’êsûrsaye.

          Gnêl Mxît’aryan

          Malhebûnvanê göndîtîyê

          Traktor ij 10 km dûr tê, aleteke wêye cûr’ekî heye, vî h’emûþkî em bi desta dikin, xevatçîyê herîcahil 60 salîye, pirsgirêkê meye qewata p’ala heye.

          Encamêda îro angorî salixê r’esmî ij 443.42 h’ezar hêktar e’rdê r’akirinê 216.26 h’ezar hêktar nayêne xevtandinê, yan 48,77%. Lê xölese welatê meda e’rdê bi me’na malhebûna göndîtîyê digihîje 2042.48 h’ezar hêktara, ij k’îjanî her t’enê 155.62 h’ezar hêktar têne avdanê. Srekwezîr heycar paþda vedger’e ser pirsgirkê- bi berne’mê baþqe-baþqe dicêr’bîne göndîya xwelîyêva diha girêde. Lê çima em genim bêcernakin,  xazma- delîva gênimda ösûla avdanê ne lazime.

          Gnêl Mxît’aryan

          Malhebûnvanê göndîtîyê

          Þertê hewê, seva h’ecma mezin govekêva girêdayîye, yanî seva p’arê xwelîyêye ç’ûk ew k’ardar nîne, barê lap kêm 2, 3, 4 hêktar t’opraxa gere heve. T’opraxa meda p’areke xwelîyê 3000 mêtrê çargoþeye.

          Eva yeke ij me’nîyaye- bi cêr’ibandina þexsî ê din tîne bîr.

                    Gnêl Mxît’aryan

          Malhebûnvanê göndîtîyê

          Niha dema nisilgöhastinê dive, xevata diha hêsa, diha fesal heye, wekî … k’arh’izîya zêde jî t’ine, wekî cahil bicêr’bînin bi malhebûna göndîtîyê mijûlvin.

          Dide k’ivþê, xwendk’arê ij zanîngeha agrarîyê sirya cêr’ibandinê derbaznave, t’ö wexta naçe gönd, dersxanada  xwelîyêr’a divne nas. Ê sûknas ne kö sûkê, lê benkêda sirîya cêr’ibandinê derbazdive. Cêr’ibandina sala mesele tîne- nav 30 salê derbazbûyî safîkirinê ösûlî nehatne dayînê, lê seva safîkirina pirsgiêka e’wil meqamata miqatbûnê lazime, ek’in t’esmîlî merk’ezê logîstîkkin, wekî eleqetê göndîyê destê döda difroþin wê serr’astvin, t’emîdar- wekî seva bijartina  xwelîya medenî t’emîyê ne kö ij firoþkerê xwelîya medenî bipirse, lê- ij pisporê serbest. Dide k’ivþê- göndî divînin- h’ökömet dixweze k’omekê bide, berne’ma mîaserdike, lê k’ardarîya k’îjana weke ya têr’adîtî nîne- me’nî nêzîkbûna ne bi nav-nîþane.

                    Gnêl Mxît’aryan

          Malhebûnvanê göndîtîyê

          Pirsgirêkê min hene, lê kabînêtêda r’ûniþtî bi nebihîstina pirsgirêka berne’ma seva min dinivîsin, vê p’arêr’a tiþtekî din  lazime, p’ara dinêr’a tiþtekî din.

          Bi t’erefê ne kö t’enê derdaanînê, lê isa jî bilindkirina deranîna höndör’ xevat pêþda diçe.

          Gohar Sargsyan

          Sek’ara p’ara  p’evgirêdanê ya BXH’

          Vê demê h’ökömeta Ermenîstanê bi alîk’arîya Berne’ma xöreke h’emdinîyayê k’arê t’ivdîra xöreke seva salê 2023-2027-aye de’wmeþandinê bêcerdike, wekî girêdanê sûkê h’emdinîyayêva kêmke û zincîrê xöreke bihada r’ik’inkirina bike.

          Göndî mot’acin, lez r’öh’dardivin, çaxê encam heye. Mesela þeherê Bêrdê tine.

          Gohar Sargsyan

          Sek’ara p’ara  p’evgirêdanê ya BXH’

          5 cûr’ê xörek, serê sêrîda bi dayîna h’evê bine’rd, k’omekê bide bêcerkin, me isa jî  komponênta brêndîngê mîaserkirîye.

          Ya e’ynî niha emê Syûnîk’êda  mîaserkin. Gavê pêþin hatne kirinê. Bi paþdaveger’andina ser pirsa bêqezîabûna xörek- ij wezareta ÿkonomîkayê didine k’ivþê, wekî xwer’azîkirina meye nimiz ne kö t’enê seva hêþnayê gênime bêcerkirinê, lê isa jî þekrê hûr û bizir heye.  Van herdö delîvada jî derdaanîn nesekinîye, sûkêda kêmasî heye.

          Gêvorg G’azaryan

          Midîrê serwêrtîya bêqezîabûna xörek û pêþdabirina agrovebêcerkirinê ya wezareta CE-ye ÿkonomîkayê

          Bi p’ara þekrê hûr k’vota meye bi goveka YAAM-êye xercê nimiz heye, lê isa jî bi p’ara goþtê dêwêr, mirîþka, berêz.

          Bi h’esavê cêrge xörekê lazmaya pêþin em  xwe r’azîdikin. Mesele- goþtê dêwêr, hasil, ber-p’incar’, goþtê pêz.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button