EconomicsTop

Me’nîyê bihabûna p’êr’inca tak’sîya: Lîlît’ Danîêlyan

Döbare edakin… carna idî sêbare. H’erke çend meha pêþda ij hevaltîya dûrdîtinoka Civakî bi 800 drama dikarbûn bigihîjne Merk’ezê, îro idî eda nêzîkî dö h’ezara dive. Berê bi vê cemê meriva dikarbû bigihîje, mesele, Ÿcmîazînê.

          Gazin r’ojbir’oj zêdedivin,  isa jî- cema tê hildanê. Me isa jî þaxê bêy k’ivþkirina cîyê qesidandinê cêr’iband. H’erke berê lap kêm 300-400 dram dihate t’emsîlkirinê, lê niha ser ÿkranê 1200 dram dîhardive. Bawerbike t’emamîya bajar’vana, ê kö ij xizmetk’arîya onlayn k’arê dik’evin, bihabûn ser cêva xwe t’exmînkirine. Zêdebûna edayê derbê xazma digihîne wan, ê kö herr’o ij mal dilezînne xevatê û ij xevêtê- mal, seva xizmetê jî wa gotî seh’etê pîk jî  yan  maþînê aza t’inene, yan jî cem ewqasî bilind dive, wekî gelek bedela gihîþtina li malê diger’in.

          –Belê, ÿp’êce bihabûye, bi 800, 1000, 1200-î … bi 300-î îht’îmal bûye.

          -bêjin min t’imê 1500 dram edakirîyåe, niha 2000.

          -h’evekî bihakirine.

          -bilindbûna qîmetê tak’sîya r’astîyê ze’f xirave.

          -ij vira h’etanî prospêktê 1500 dram ew idî ç’e’vbirçîbûne.

          -berê 1000-1200 dram, lê niha tarîf 1800-1900 drama dide.

          -lazmaya  bihakirinê heye, lê ne ewqasî.

          -zûva bihabûye.

          -bihabûn heye.

          -berê cîyê herînêzîk 600 dram bû, niha ij 1000-î idî zêdetire.

          -firqîya bawerbike 500 drama heye.

          Gelo bihabûn çiva girêdayîye û k’î gere miqatî warve? Encomana xweykirina lecê p’ara ij meha navbera sala 2020-îye k’anûna paþin û h’etanî meha sala 2021-êye  îlonêda war lêk’olînkirîye û safîkirîye, wekî qîmetê xizmetk’arîyê tak’sîye bi t’or’êyî e’wil heye, k’îjan delîva göhastina pêþdanîn/r’ewacda bi  algorît’mê pêþda  bêcerbûyî ê t’esmîlî göhastinêye.

          Encomana Xweykirina Lecê

          Nisbetîya pêþdanîn-r’ewacê dest þertê hewê, xitimbûna û ê din tê göhastinê, çaxê wan  govekada kêmasîya avtoajoya pêþda tê. Wê delîvêda qîmetê e’wil destpêdike zêdeve- bi anîna r’ewacca zêdebûnê li zevtê. Xevata algorît’ma hila hê sirîya lêk’olînkirinêdaye.

          Dertê, tak’sîyê onlayne bi qîmetê nimiz sala pêþda p’êyî sûka ermenî kirî xizmetk’arîyê tak’sîê ij deþtê derxistin û we’dekî berbiç’e’v þönda destpêkirin bi qanûnê xweye têr’adîtî bixevtin. Serk’arê xizmetk’arîke tak’sîyaye onlayn wê fikirêr’a ne qayîle, me’nîyê xweye bihabûnê t’emsîldike, ewe- sûkêda qîmet ij berembertîya pêþdanînê û r’ewacê pêktê, û  angorî h’eyamê  hewê gele delîvada t’er’ibandibn dive, mesele zivistanê qîmetê nimiz û serpêþdanîn, ij biharê h’etanî xilazîya havînê- serr’ewac û qîmtê bilind.

          Avêtîs Gasparyan

          Serk’arê hevaltîya Yandex go Armenia –ye neh’îyê

          Ew h’esavdive, wekî filan niqitkêda, þeherda, k’ûçêda, meh’elêda hejmara r’ewacê yan t’emba bi h’esavê wê demê filan seh’etê diha bilind dive, ne kö li wira hazirîya wek’îlê pêþdanînê û bere’k’s, çaxê gele avtoajo hene, lê miþterî- hindik.

          Dertê, wekî pirsgirêka xizmetk’arîyê onlayne sereke bi îht’îmalî  wekehevkirina pêþdanînê û r’ewacêye. Bi gilîyê Avêtîs Gasparyan qîmetê xizmetk’arîyê bilinddive, çaxê hine sevev destpêdikin t’esîrkin, mesele, hewa germ, k’ûçê dadayî, çûyîna hatina þerpezebûyî, xevata r’êavakirinê, isa jî r’ewana tûrîstîyêye mezin.

Avêtîs Gasparyan

          Serk’arê hevaltîya Yandex go Armenia –ye neh’îyê

          Ev  algorît’m, wekî filan demê gazîkirîne r’ewacê zêdekin, xwexa ij xwe ÿlêmêntê k’arh’izîyê t’exmîndikin, wekî meriv mot’acvin derk’evne derva, û çimkî eva warê tak’sîyê nîne, lê warê siyarcîgöhasttinêye…  h’etanî wergirtina ewqa merivaye filan h’eyamî çawa xizmetk’arîya siyarcîgöhastinê t’ineve, h’alê meyî heman wê heve.

          Dewsê, bi gilîyê Gasparyan, lazim nîne dirêj sebirkin, maþîne serîbinî 2-3 deqada digihîje warê k’ivþbûyî, isa jî mecal heye maþîna her sinifkirinekê bijbêrin. War hila hê pêþda diçe û pêþer’ojêda eleqetê sûkêye diha ösûlbûyî wê hevin.

          Me ij Armên Xaçatryanê dêpûtatê Civata Miletîîyê pirsî, gelo gilî-gaznê pirsgirêkêye seranser hine gava t’exmînnake? Xaçatryan da k’ivþê, wekî pêþer’ojêda pêþdestîya  qanûndarîyê nayê têr’adîtinê, isa jî nav qirara h’ökömetêye derheqa tak’sîyada.

          Lê onlayn tak’sî welatê meda çima ze’f xwestîne?, bi fikira p’ir’anîya bajar’vana- me’nî xevata transportêye xirave.

          –Çima ij tak’sîyê k’arêdik’evî, çaxê dirêj ç’e’vnihêr’î transportêyî, nayê.

          -Ew h’îmlî wan seh’etaye, çaxê em t’emam diçne mal, seh’etê pîk, çaxê transporta civakîda cî t’ine.

          -Gele delîvada em dest derengîk’etinê bi tak’sîyê diçin.

          Pey 7-8-a r’a transporta nayê, em idî diçne mal.

          Bi p’ara transporta civakî lap dereng h’etanî mehê îlon-çirîya pêþine îsalin ç’e’vnihêr’î safîkirina berbiç’e’vin,- k’efîlê midîrê serwêrtîya beledîya R’ewanêye transportê divêje. H’etanî xilazîya sala din t’emamîya mîkroavtobûsa ij p’ayt’ext dertên, û avtobûsê sinifa ç’ûk, ort’e û bilind wana wê bedelkin. Idî 311 avtobûsê t’eze hatne derdaanînê, meha îlonê 87 avtobûsê 12 mêtrê wê bik’evne li r’ê: leceke dine t’eze jî hatîye e’lamkirinê- bi meremê destanîna 150 avtobûsê sinifa ort’e, h’etanî xilazîya salê isa jî 15 trolêybûsê t’eze wê bixevtin.

          Hayk Sargsyan

          K’efîlê midîrê serwêrtîya beledîya R’ewanêye transportê

          Meremê ê 12  mêtrêyî h’îmlî ew seva seh’etê pîke, seva wan avtobûsê dirêj tê têr’adîtinê govekê mexsûs baþqekirî hene, bi k’îjana ewê diha lez bigihîjne nöxta xilazîyê.

          3 meha þönda isa jî ösûla bilêta wê bê r’ik’inkirinê, k’îjanê mecalê bide bi k’artiê, bi QR kodê, bi r’exp’ara t’êlê yan p’erê hûr transportêda edakin.

          Hayk Sargsyan

          K’efîlê midîrê serwêrtîya beledîya R’ewanêye transportê

          Çaxê ösûla meye yekbûîye bilêta heve, isa jî dik’ê  t’eþhîrkirinê wê hevin, k’îderê emê bivînin, k’a çend deqa þönda transportê nêzîkve,

          Isa jî merk’eza meye serwêrîkirina yekbûyî wê heve, ij k’îderê opêratorê miqatî t’emamîya mecalê transportîê û grafîka wane seh’etê bikin.

Lîlît’ Danîêlyan, Hovhannês K’yosêyan, R’afîk Sog’omonyan, Ÿdgar Davt’yan. Salix-sûlix

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button