TopWorld

Ji serokeşîrên Şengalê Seydo: Wê hesabê kuştina zarok û jinên Êzidî bê pirsîn

Ji serokeşîrên Şengalê Mam Seydo êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê weke êrişên hovane û terorî binav kir û got; “Yên êrîş dikin wê hesabê wê jî bidin, roj wê were wê yek bi yek hesabê kuştina zarok û jinên Êzidî bê pirsîn. Em ti carî dev ji ax û ava xwe bernadin, 74 ferman bi ser me de hat, me serî netewand, emê dîsa serî netewînin. Em bi saya serê gerîla hatin vir.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk rojane bi balafirên bê mirov êriş dibe ser xelkê Şengalê. Di êrişa herî dawî de zarokek 12 salî li Sinûnê jiyana xwe ji dest da bû û 7 kes jî birîndar bibûn.

Mam Seydo êrîşên dewleta Tirk wek êrîşên hovane û terorî binav kir û got; “Ti ferqê naxin nava leşkerî û sivîlan de. Dewleta Tirk dewletek faşîste, hema ji berê ve li pey ketiye koka Êzdiyan tine bike. Di dema Hafiz Paşa, Frîg Paşa û çend paşayên din û 5 fermanên mezin hatin serê Şengalê, hatin serê Êzidiyan. Ma wê demê jî YBŞ li wan çiyan hebûn? YBŞ tabûreke û fermî ye. Parastina Êzidiyan dike. Ji bo xwe parastin bi rêka zarokên xwe ye. Ma şerê Frîg’iyan xilas bûye lê dîroka xwe nû dikin, dûbare dikin. Êzidî divê bizanîbin ne tenê 10 salin, bi sedan salin hercar xwestine koka Êzidiyan xilas kin. Berê Êzidî tifaq bûn, pişta hev digirtin. Gundê me yê kevin re digotin Zivingê, dema fermana Frîg Paşa dabû destpêkirin hemû Êzidî di bin darekî li gundê Zivingê hatin gel hev, civiyan û şerê berxwedanî li dijî wan kirin. Ma wê demê jî ev hêza me hebû? Niha jî YBŞ heye, YBŞ jî Fewca 80 ye. Ew jî Heşdî Şabî ve girêdaye û Iraqê ye. Em di wê wateyê de parastina Iraqê jî dikin, parastina gelên din jî dikin, parastina xwe jî dikin.”

Mam Seydo di dewama axaftina xwe de balkêşa ser êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Şengal û Iraqê û wiha got; “Hertim ji tere naçe serî ku tu lêbidî, li civakê bidî, li Êzidîyan bidî. Tuyê her hesabê vê bidî. Ti zerer didî xwe jî lê ti nizanî. Wekî din jî tiştek nayê veşartin. Rojekê emê vana hemû di derbarê Tirkiyê de vegerînin hesab pirsînê, emê bînin bîra wan we filan dîrokê zarokên me, jinên me kuştine. Emê hesabê fermana 3 Tebaxê jî bipirsin, madem huquqên dewletan nas nakî her ya xwe bi keyfa xwe dikî tê hesabê wê jî rojekê bidî.”
Rojnews dinvîse

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button