CultureTop

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya “Golden Apricot” wê bi bernameyeke taybet behsa şerê 44 rojan ê Artsaxê bike: 5 fîlmên ku ji aliyê welatên cuda ve hatine kişandin wê bên pêşkêşkirin

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya “Golden Apricot” a sala 2022-an de li Êrîvanê wê derfetê bide temaşevanên sînemayê ku bi bernameyeke taybetî re ku tê de fîlmên li ser şerê 44 rojî yê li Artsaxê tê pêşandan, werin nasîn.

Li gorî rapora “Armenpress”ê, rêveberê hunerî yê festîvala sînemayê Karên Avêtîsyan di vê derbarê de da zanîn, ku yek ji wan fîlmên li ser şerê 44 rojî, ji aliyê Yûnaniyan ve, ya din ji aliyê Arjantînî ve û ya din jî ji aliyê Misiriyan ve hatiye kişandin. Fîlmek têkildarî mijarê ji aliyê derhênerên Ermenistan û Artsaxê ve hat pêşkêşkirin.

“Sûcdarkirinên ku festîval li ser Artsaxê paşguh dike, an jî di bin bandora hin hêzan de xwe ji wê mijarê dûr dixe, bêbingeh in, ji ber ku sûcdaran bernameya festîvalê jî nedîtine, ku heta niha nehatiye weşandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button